'Em dixwazin li cîhanê aştî belav bibe'

  • 09:04 30 Tebax 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinê li Helebê têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi lêv kir ku ew li dijî şer her tim têkoşîna jiyanê didin her wiha li dijî şer aştiyê dixwazin û wiha gotin:"Em bi aştiyê re ne. Em dixwazin projeya me ya aştiyê li cîhanê belav bibe. Em dixwazin li cîhanê aştî belav bibe, ne dijminatiya li hemberî Gelê Kurd."
 
Bi nêzbûna 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê çalakiyên ji bo vê rojê jî dewam dikin. Lê belê bi vê re êriş, şer, tundî û binpêkirina mafên jinan jî dewam dikin. Bi taybet li Rojhilata Navîn ev êriş hîn zêde dewam dikin. Têkoşîna Gelê Kurd a li hemberî van êrişana jî dewam dike.  
 
Henîfa Mihemed û Henîfe Hajî derbarê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de nirxandin kir.
 
'Em şer naxwazin'
 
Henîfa Mihemed da zanîn ew her tim li aliyê aştiyê ne ew şer naxwazin û wiha got:"Em gelê kurd ji destpêka hatina me ya li ser rûyê cîhanê her em di nava şeran de bûn. Ne tenê em lê belê rêberê me jî rojekê aştî nedît û ev 26 sal in di nava zindanê de hatiye girtin. Ma çi sûc kiribû? Îro li dijî Gelê Kurd ewqas dewlet yekîtiya xwe ava dikin ma ji bo çi? Ma çima naxwazin em bi aştiyê re rojekê bijîn? Îro dîsa şerê me tê kirin. Em jî neçar dimînin ku ji şer xwe biparêzin. Em şer naxwazin. "
 
'Ji şer re bes e'
 
Henîfe da zanîn ew şer naxwazin, ew dixwazin aştî li cîhanê belav bibe û wiha lê zêde kir:"Em dibêjin êdî ji şer re bes e. Ev ewqas sal in li ser me şer tê kirin êdî bes e. Dewletên êrişî Gelê Kurd dikin rêzê nîşanî mirovahiyê nadin. Em jî dixwazin di nava aştiyê de bijîn. Her wiha daxwaza me ew e ku em Rêberê xwe di nava azadî û aştiyê de bibînin. Em dîsa dibêjin êdî ji van kiryar û sûcan re bes e."
 
'Em bi aştiyê re ne, ne bi şer re'
 
Di heman demê de jî Henîfe Hajî da zanîn ew bi aştiyê re ne, ne bi şer re û wiha pê de çû:"Em roja aştiya cîhanê li hemû gelê xwe yê kurd pîroz dikin û em didin diyarkirin bi taybet di roja aştiya cîhanî de em jî li dijî şer û aloziyan e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi azadî û aştiyê bang dikir û daxwaza wî ew bû ku piştî ewqas şer aştî û silametî li cîhanê ava bibe. Lê ew jî heya niha girtî ye û sê sal in tu agahî jê nayê girtin. Her wiha qedexe ye ku Rêberê me bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Divê serlêdana Rêbertî bê kirin herî kêm rewşa wî ji gel re bê zelalkirin."
 
Di dawiyê de Henîfeyê got:" Em bi aştiyê re ne. Em dixwazin projeya me ya aştiyê li cîhanê belav bibe. Em dixwazin li cîhanê aştî belav bibe, ne dijminatiya li hemberî Gelê Kurd."