Dayika Narînê Yuksel Guran: Keça min bibînin!

  • 10:45 29 Tebax 2024
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - 9 roj in ji Narîn Guran agahî nayê girtin, dayika wê Yuksel Guran wiha bang li gel kir: "Ez bang li her kesî dikim, keça min bînin cem min. Bila kêfa dilê min vegera mala min." 
 
Narîn Gûran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li gundê Çulye yê navçeya Rezan a Amedê winda bû, tevî hemû xebatên lêgerînê yên cendirme û AFAD'ê hê jî nehatiye dîtin. Di roja 9'emîn de lêgerîn berdewam dike. Ketin û derketina gund ji hêla cendirmeyan ve tê şopandin û qeydkirin. Her wiha wêneyê Narînê jî li maşîneyan hat daliqandin û li ser medyaya dijîtal jî bangewazî tên kirin. 
 
Ji bo dîtina Narînê her kes seferberbûye û ji bo piştevaniyê ji gelek welatî diçin serdana malbatê. Malbata Narînê ji agahiyên nerast gazincan dikin. Dayika Narînê Yuksel Guran ji ajansa me re axivî. 
 
Yuksel diyar kir ku keça wê pir bi coş bû û ji aliyê hevalên wê ve dihat hezkirin û wiha got: “Ez ji her kesî alîkariyê dixwazim, keça min bînin cem min. Ez tiştekî din naxwazim, hewcedariya me bi tiştekî din tune. Ez ji kesî guman nakim. Di hişê min de kesek tune. Xwedê wê bextewarî û aramiyê dîsa û carek din bide me. Narîn keçeke pir dilgeş bû, bila kêfa dilê min vegera mala min. Narînê jî ji dawetan hez dikir. Hevalên wê pir jê hez dikirin."
 
Her wiha Yuksel ji ber rewşa keça xwe rewşa wê ya tenduristiyê nebaş dibe ji aliyê tîmên tenduristiyê ve tê şopandin.