Cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara ji nexweşxaneyê hat girtin

  • 09:59 29 Tebax 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara ji Tiba Edlî ya Silêmaniyê hat wergirtin. Wê li Parka Azadî ya Silêmaniyê merasîmek ji bo cenaze were lidarxistin û piştre ber bi Bakurê Kurdistanê ve were oxirkirin.
 
Beriya çend kêliyan cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara ji Tiba Edlî ya Silêmaniyê hat wergirtin. Wê cenaze li Parka Azadî ya bajêr bi merasîmek girseyî ber bi Bakurê Kurdistanê ve were oxirkirin.
 
Roja 23’yê Tebaxê li nêzî navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê wesayîta rojnamevanên çapemeniya azad ji aliyê balefira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk ya dagirker ve hatibû bombebarankirin. Di encama êrişê de her du rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 6 rojnamevanên din jî birîndar bibûn. Heman rojê cenazeyê rojnamevan Hêro Behadîn li Silêmaniyê hatibû veşartin.