Bi otobusa xemrî dîsa dîreksiyon da destê xwe...

  • 09:58 29 Tebax 2024
  • Rojane
 
WAN - Betul Sayin a ku otobusên binefşî yên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin diajot, dîsa dîreksiyon da destê xwe.
 
Tevî zîhniyeta mêr ku bi kodên newekheviya zayendî jinan ji gelek pîşeyan derdixe jî, jin li her qadê hebûna xwe didomînin. Betûl Sayin a tekane ajokara otobusê ya bajêr a ku di otobusên xemrî ên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de dixebite, bi rêveberiya nû ya şaredariyê dîsa dest bi ajotinê kir. Betul ji aliyê her kesî ve tê pîrozkirin, rêwiyên ku di otobusê de ajokareke jin dibînin jî ji vê rewşê kêfxweş in.
 
Piştî 9 salan dîsa li ser karê xwe ye
 
Betul a ji 4 jinên ku 9 sal berê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dest bi ajokariya otobusê kir, niha dîsa dest bi ajokariyê kir. Betul a ku di dema qeyûm tayîn bû ji kar hat avêtin,  bi rêveberiya nû ya ku piştî hilbijartinên 31'ê Adarê dest bi wezîfeyê kir, vegeriya ser karê xwe, ji nû ve şahiya vegerê ya ajokartiyê dijî.
 
Rêwî jî xwe ewletir hîs dikin
 
Betul a ku serê sibê bi seferberiyê dest bi rêwîtiya xwe kir, wek hevrêyên xwe yên mêr bi heman zehmetiyan re rû bi rû dimîne. Betul a ku di demên cuda de li şaredariyê gelek wesayîtên mezin ajotiye, herî zêde ji ajotina otobusê hez dike. Ajokara jin a otobusê da zanîn dema rêwiyan cara ewil ew dîtine matmayî mane û got welatî piştî rêwîtiyeke bi ewle zêdetir germahiyekê nîşan didin.
 
'Divê hejmara ajokarên jin di pîşeyê de zêde bibe'
 
Betul diyar kir ku carinan di trafîkê de bi ajokarên din re zehmetiyan dikişîne û destnîşan kir ku ew di heman demê de ji ber ji pîşeya xwe hez dike loma tehemulî zehmetiyên pîşeya xwe, dike. Betul got, “Bavê min di navbera Elbak û Wanê de ajokarê mînîbusê bû. Min pir li wî nêrî. Evîna min a ajotina otobusê ji wir tê. Bi baweriya min divê hejmara ajokarên jin di pîşeyê de zêde bibe. Weke di her civakê de, jin jî ji karên xwe yên ajotinê re dilsoztir in. Jin zêdetir baldar dibin. Ez vê yekê ji rêwiyên xwe jî dibihîsim. Ev min bêtir kêfxweş dike. Ji ber vê sedemê ez hêvî dikim ku ajokarên jin zêde bibin."
 
'Em dixwazin ew ji hemû jinan re bibe mînak'
 
Welatiya bi navê Leyla Tore ya ku dema li otobusê siwar bû û jinek li ser kursiya ajokariyê dît matmayîbûna xwe anî ziman û diyar kir ku ew ji ber vê rewşê kêfxweş e. Leyla wiha got: “Dema me ajokara jin dît, em matmayî man û me pirsîn, ma hûn ê biajon? Dema ku me sohbet kir ez pir kêfxweş bûm. Ez wê pîroz dikim. Hêvîdar im ku ji me jinan re bibe mînak û hejmara ajokarên jin zêdetir bibe."