‘Tenduristiya her kesî li vî bajarî dijî di bin berpirsyariya me de ye’

  • 09:02 29 Tebax 2024
  • Rojane
 
Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz da zanîn ku der barê qirêjiya derdorê ya Rezanê de xebatên berfireh dimeşînin û got: “Ev bajar ya me hemûyan e. Tenduristiya her kesî di bin berpirsyariya me de ye. Em ji gelê xwe jî vê hestiyariyê dipên.”
 
Şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên ku 5 meh in peywira xwe dimeşînin, di bin texrîbatên qeyûman de xizmetên xwe didomînin. Hevşaredar tax bi tax, gund bi gund, digerin plana stratejiya 5 salan bi gel re ava dikin. Di hevdîtinên tên kirin de daxwazên ji bo jin, ciwan, zarokan tên ziman û di vê mijarê de yek ji şaredariya ku xizmetê bi lez dimeşîne şaredariya Rezan e.
 
Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz, der barê xebatên paqijiyê ya li navçeyê de nêrînên xwe anîn ziman.
 
‘Me xebatkarên paqijiyê derxistin du katî’
 
 
Leylayê diyar kir ku wek gelek şaredariyê şaredariya Rezan jî bi deynekî mezin girtine û wiha got: “Me bi deynekî cidî şaredarî girt. Hîna jî em dest didin kîjan dosyayê deynekî nû derdikeve holê. Tevî vê em xizmeta xwe didomînin. Beriya em bên peywirê jî me soza xizmetê da gelê xwe. Tevî hemû bê derfetiyan em xebtan dimeşînin. Me hema dest avêt pirsgirêka paqijiyê. Me xebatkarên paqijiyê derxist du katî. Îhaleyên paqijiyê yên berê hene. Em niha ji bo paqijiyê çi ji destê me tê dikin.
 
Rojê bi sê ekîbên cuda re paqijî
 
Leylayê wiha dirêjî dayê: “Ji bo paqijiya bajar şûnde nekeve kordînasyonek paqijiyê hat avakirin. Ev kordînasyon li qadê pirsgirêkan tespît dike û mudaxale dike. Bi taybet piştî erdheja 6’ê Sibatê şûnde navçeya Rezan xesarek mezin dît. Avahî hilweşiyan. Kavil li erdê man.  Me der baê vêde ekîbek ava kir. Her roj bi rêk û pêk li dora van avahiyên hatine hilweşandin çop tê paqijkirin. Her roj bi sê ekîbên cuda paqijî  li her kolana Rezan tê kirin.”
 
 
Xebatên hişmendiyê
 
Leylayê wiha berdewam kir: “Bi xebatên tên kirin bi hişmendiya gel re encamên baş tê girtin. Ji bilî vê me ferz kir ku divê em kampanya hişmeniydê bikin. ewil me bi şaredariya mezin û şaredariyên 4 navçeyan re kampanya hişmendiyê da destpêkirin. Me satilên çopê dan esnafan û me got çopên xwa bikin vê çopê ji serveyê saetên wê navejin konteyniran. Demek nêz de em ê berdewam avê xebatê bikin. Em hewl didin hişmendiyê biafirÎnin. Ev bajar yê me hemûyane. Tenduristiya mirovan berpirsyariya me hemûyane. Em di vê mijarê de ji gelê xwe hestiyariyê dixwazin.”