TJA,DBP û DEM Partî çûn serdana malbata Narînê

  • 16:30 28 Tebax 2024
  • Rojane
AMED - TJA, DBP û Meclisa Jinan a DEM Parti çûn serdana malbata Narînê ya ku ev 8 roj in windaye. 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî),Tevgera Jinên Azad (TJA) û   hevseroka DEM Partî ya Amedê Gulşen  Ozer û parlamentera Amedê Adalet Kaya çû serdana malbata Narîn a 8 salî ya di 21’ê Tebaxê de li Taxa Çulye ya navçeya Rezana Amedê  winda bûbû. xebatên jî bo Narînê didomin. Dayika Narînê, Yuksel Güran got keça wê destê kê de ye bila demildest berdin.
 
Ji bo malbatê serdana piştevaniyê
 
Piştî serdana malbatê berdevka Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu daxuyanî da û diyar kir ku xebat bê navber dimeşin û wek meclîsa jinan a DBP'ê, TJA'yê serdana malbatê kirine. 
 
Halîdeyê wiha got:"Em li gundê ku Narîn lê winda bûye ne. Hîna delîlên şênber tûne ne.lêpirsîn didome. Xebatên lêgerînê didomin.8 rojin agahî jê tuneye. Malbat agahiyekê dipê û bang li her kesî dikin. Di serî de rayedar divê her kes peywira xwe bînin cih. Daxwaza me ev e ku demildest Narîn bê dîtin."
 
'Em hêviya xwe winda nakin'
 
Berdevka meclîsa Jinan a DBP'ê Berîvan Bahçecî jî axivî  û got daxwaza wan eve ku Narîn demildest bê dîtin û got ew hêviya xwe winda nakin.