'Em ê bi têkoşîna Jîna, Pexşan û Şerîfe bibin dengê hemû jinan'

  • 09:05 28 Tebax 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê diyar kirin ku wê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û yekîtiya jinan dawî li siyasetên qirkirina jinê werin û wiha gotin:"Em ê bi têkoşîna Jîna, Pexşan û Şerîfe bibin dengê hemû jinan."
 
Zext û zordestiyên li Îranê yên li dijî aktivîst, nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedarên kurd dewam dikin. Rejîma Îranê bi taybet jinan tune dihesibîne û îşkenceyeke mezin li jinan dike. Di 16'ê Îlonê de jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya 22 salî bi hinceta porê xwe baş negirtiye ji aliyê polîsên Exlaqê ve li Tehranê hat qetilkirin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê xwepêşandanan li dijî rejîma Îranê dest pê kir. Bi taybet piştî vê serhildanê êriş û zextên Îranê hîn dijwartir bûn. Cezayên îdamê tim li kurdan tên birîn. Herî dawî cezayê îdamê li rojnamevana Kurd û çalakvana mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî hat birîn. 
 
Ji Rêveberiya Mala Jinê ya bajarê Helebê Sultan Mihemed têkildarî mijarê nirxandin kir. 
 
'Jin ji xewa mirinê hişyar bûn'
 
Ji Rêveberiya Mala Jinê ya bajarê Helebê Sultan Mihemed behsa riya xelasiya jinê ya ji van kiryaran kir û got:"Di nava cîhanê de bi giştî yên ku herî zêde îşkenceyê dibînin jin in. Bi taybet jinên kurd her bi tunekirin û qirkirina ji aliyê sîstema desthilatdar ve rû bi rû dimînin. Lê ji aliyekî jî fin bi fikir û felsefeya ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji xewa mirinê hişyar bûn. Jinan li hemberî koletî û desthilatdariyê serê xwe hildan û bi gotina Rêbertî ya ku dibêje 'Heger jin azad nebin civak azad nabin' serîhildana jinan li dijî koletiyê dest pê kir."
 
'Em ji mirin û koletiyê ji sîstemên wan mezintir in' 
 
Têkildarî sîstemên desthilatdar û ya baviksalar ku bi riya wê jin tên kuştin Sultanê axaftina xwe dewam kir û wiha lê zêde kir:"Di nava civakên serwer de tevî ku jin ji hemû mafên xwe yên rewa jî bê par mabû lê bê sûc jî lêdan li wan dihat kirin. Jin dihatin recimkirin û hemû şêwazên bê exlaqî li wan dihatin kirin lê bi derketina Rêbertî û serhildanên bi pêşengtiya jinê yên li hemberî koletiyê têkoşîn mezin bû û ev yek bû tirsek di dilê dijminan de. Ev sîstema qirêj heta roja me ya îro tên dewamkirin. Jin tên kuştin û tecawizkirin lê belê bila dijminên me jî bizanibin ku em ji mirinê û koletiyê ji sîstemên wan a qirêj mezintir in. Divê jin jî li dijî koletiyê teslîmkariyê nepejirînin û serê xwe hildin. Em ê bi yekîtiya têkoşîn û dengê jinan û bi dirûşma Jin Jiyan Azadî dawî li siyasetên qirkirina jinê bînin."
 
'Dirûşma Jin jiyan azadî bû mertal'
 
Di axaftina xwe de Sultanê behsa sîstema Îran a desthilatdar kir û wiha pê de çû:"Îro rêjîma Îranê bi hemû şêwazan jinan dixe bin metirsî, kuştin û qirkirinê. Dixwaze bi navê îslamê jinê bêdeng bihêle û bê sûc cezayan li wan bibire, lê belê di Îranê de mêrên ku sûcan dikin jî nayên cezakirin çima? Jina bi navê Jîna Emînî bi tewana ku keziyê porê wê xuya kir wê ji aliyê polîsên exlaqê ve hat kuştin. Îro jî derheqê rojnamevana kurd û çalakvana mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî biryara cezayê darvekirinê tê dayin. Lê îro li seranserê Başûrê Kurdistanê heya bi Hindistanê bi diûşma 'Jin Jiyan Azadî' jin serê xwe hildide û li hemberî hemû cure kuştin, ceza û qirkirinê dibe mertal."
 
'Em hemû Jîna, Pexşan û Şerîfe ne'
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Sultanê ev tişt eşkere kir û got:"Pexşan û Şerîfe bi çi sûc û hincetê cezayên darvekirinê li wan tên birîn? Mafê wan heye ku xebata xwe di riya çepemeniya azad de berdewam bikin û rastiya dijmin derxin holê. Ji ber ev karê raghandinê ye. Îro dijmin hewl dide bi van siyasetan jinê carek din vegerînê dîroka koletiyê lê bila baş bizanibe jin îro ne yên berê ne. Jin bi destekî kamera û bi destekî pênûsê digerin. Wiha li pey rastî û heqîqetê digerin. Ev yek jî dihêle rihê berxwedanê bi jinê re were ava kirin lê ev jî li xweşiya dijmin nayê. Lê bila bizanibin em hemû Jîna, Pexşan û Şerîfe ne." 
 
'Em ê bi têkoşîna Jîna, Pexşan û Şerîfe bibin dengê hemû jinan'
 
Di dawiya axaftina xwe de Sultanê bi lêv kir ku bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" jin li tevahî cîhanê serî hildidim û got:"Ne tenê di Îranê de, piştî bûyera tecawiz û kuştina jinek bijîşk a li Hindistanê bi taybet jin, gelek kes daketin qadan û tevli xwepêşandanê bûn. Bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' ev zihniyeta kevinperest red kirin û berteka xwe nîşan dan. Ev yek jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bû ku îro jin li her derê serî hildide. Em jî li ser fikir û felsefeya Rêbertî û tekoşîna Jîna, Pexşan û Şerîfe bibin dengê hemû jinên cîhanê."