Li dijî binpêkirinan ‘Komeleya Medya a Mafê Mirovan’ derket qadê

  • 09:03 28 Tebax 2024
  • Rojane
Zelal Tunç
 
WAN - Zextên desthilatdariyê roj bi roj li ser jin, zarok û nasnameyan didomin û li dijî vê têkoşîna muxalîf û gelan jî didome. Li dijî binpêkirinan li Wanê parêzer û rojnameger dadikevin qadan.
 
Li Tirkiyeyê ji ber zîhniyeta yekparêz zextên li ser jin, zarok û hemû qadên jiyanê didomin. Bêguman têkoşîna li dijî vê jî didome. Ji ser înkara gelê Kurd desthilatdarî di demên dawî de mudaxaleyî terza jiyana gelê Kurd jî dike. Di serî de şîn û dawet, di hemû pîrozbahiyên komî de mudaxaleyek mijara gotinê ye. Van pêkanînan salên 90’î derbas kiriye. Dîsa bêtehemuliya li hember Kurdî didome.
 
Wê bi kesên di qada xwe de pispor in re bixebitin
 
Di 2020’î de li Wanê Komeleya Mafê Mirovan û Medya hat avakirin û niha xwe amade dike derkeve qada pratîk. Parêzer Burcu Şeber ku endama damezrîner a komeleyê ye, xebatên komeleyê vegot û da zanîn ku li dijî binpêkirinên mafan divê tora têkoşîna hevpar bê mezinkirin û got bi gelek rêxistinên maf û partiyên siyasî re dan û standina fikr û nêrînan dikin. Burcuyê got: “ Komeleya me saleke xebatan çalak dimeşîne. Ji parêzer û rojnamegerên di qada xwe de pispor in, pêk tê. Komele wek beşa mafê jinan, beşa çapemenî û beşa mafê mirovan veqetiyaye.”
 
Li dijî binpêkirinan, girîngiya avakirina rayagiştî
 
Burcuyê da zanîn ku li welat binpêkirinên mafan didomin û bi taybet li erdnîgariya em dijî gelek binpêkirin diqewimin û got: “Divê ev binpêkirinên mafan bên şopandin û piştgiriya hiqûqî bê dayîn. Ev pêvajoyek hesas e. Kesên mafên wan tên binpêkirin divê maf û mahremiyeta wan bê parastin. Di parastina mafê mriovan de avakirina hêza rayagiştî gelek girîng e. Binpêkirin baş neyê destgirtin wê encamên nebaş derkevin holê.”
 
Wê bi mexdûran re yekser hevdîtin bê kirin
 
Burcuyê destnîşan kir ku li dijî binpêkirina mafan kes di mijara ku serî li mekanîzmayan bidin de ne xwedî agahî ne û wiha bi lêv kir: “Dema jin an jî zarokek keç tundiyê dibîne, tişta ku ewil divê bike nizane û nizane biçe ku derê. Ji ber vê jî me hedef kir ku em xwe bigihînin jinên li gundan û navçeyan. Ji bo vê em xeta tundiyê ava dikin. Hedefa me ev e ku em vê xetê pêş bixînin. Lê hema wisa em nikarin biçin xetekê bigirin û em bêjin bila jin xwe bigînin me. Ev pêvajoyeke bi rastî jî gelek hesas e. Hevalên me yên beşa mafê jinan ev 8 meh in dixebitin. Me bi komeleyên wek Mor Çati û Weqfa Piştevaniya Jinan re civîn kirin. Me tecrubeyên xwe parve kir. Me ji tecrubeyên wan fêde girt.”
 
Di navenda xebatan de wê Kurd hebin!
 
Burcuyê her wiha got li herêma Serhedê binpêkirinên mafaa zêde bûne û navenda vê komeleyê jî li Wanê ye. Burcuyê wiha domand: “Ji sedî 90’ê serjimar Kurd in. Kurd wê nokteya esas a xebatên me bin. Bêguman xebatên me wê li ser binpêkirinên mafan ên vê serjimêrê bin. Der barê parastina mafê ziman de jî wê xebatên me hebin.”
 
Wê binpêkirinên mafan ên li hember rojnamegeran jî esas bê girtin
 
Burcuyê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser êrîşên desthilatdariyê yên li hember çapemeniyê û wiha dawî lê anî: “Ji sedî 95’ê saziyên çapemeniyê di bin kontrola desthilatdariyê de ye. Rojnameger û çapemeniya ji derveyê vê jî bi êrîş, astengî, girtin, binçavkirin û zextan rû bi rû dimînin. Ji ber vê jî binpêkirinên mafan ên li ser rojnamegeran jî qada xebata me ya girîng e.”