Bi firotina penîr debara xwe dikin

  • 09:02 26 Tebax 2024
  • Ked/Aborî
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Hemû pêvajoya çêkirina penîrê bi gîha bi keda jinan temam dibe. Jin di çêkirina penîr de bi saetan kedê didin. Li gundê Xirwatê yek ji jinên ku bi çêkirina penîr debara xwe dike Şukran Çetînkaya ye. Şukranê wiha got: “Şîrê xwe em dikin penîr, rûn, to, mast û her wekê din. Çavkaniya debara me gund û sewalkariye.”
 
Jinên ku seransrê biharê li zozanên bilind ji bo çêkirina penîr pincar kom kirin, niha jî  hemû dema xwe bi çêkirina penîr derbas dikin. Bi giranbûna krîza aborî re penîrê bi gîha jî nisêbê xwe ji bihayan girt. Li navçeya Gever a Colemêrgê li gundê Xirwatê, jina bi navê 
 
Şukran Çetînkaya der barê mijarê de axivî û çêkirina penîrê bi gîha ku bi kedek mezin tê ser sifreyan vegot.
 
‘Bi bêrîvaniyê debara xwe dike’
 
Şukranê daxuyakirin ku 13 sale bi bêrîvaniyê debara xwe dike û hewcedariyên zarokên xwe bi vê dike û wiha got: “Em sibehê saet di 06.00’an de radibin. Çêlekek min heye. Ez diçim didoşim. Piştre têm malê. Xwarinê çêdikim. Saet di 11.00’an de diçim zozanan. Em nîvê roja xwe bi dotina pez derbas dikin. 80 heb pezê min heye. Em bi şîrê pez penîr, mast, to û rûn çêdikin.”
 
‘Ji bo debarê em difroşin’
 
Şurkanê daxuyakirin ku hefteyê 7 teneke penîr çêdikin û wiha got: “Şîrê xwe em dikin penîr, mast û her wkê din.  Çavkaniya me gund û sewalkariye. Berê me şîr bi 30 TL dida niha em bi 35 TL didin. Kîloya penîr 200 tL ye. Sala borî me bi 150-170’ê difrot. Em ji bo xwe jî çêdikin. Ji bo firotinê jî çêdikin. Piraniya pereyê em qezenc dikin ji bo çûyîna zozanan tê xerckirin. Ji bo wesayîtê mehê 4 hezar û 200 TL pereyê tê diçe.  Em bi kedek mezin penîr çêdikin. Lê beramberê keda me tuneye. Em sibehê diçin şîr didoşin. Bi saetan em didoşin. Piştre em du caran parzûn dikin.  Em dibin malê dikin beroşên mezin û maya dikin. Piştî saetekê em gîha tevli dikin û didin sekinandin. Piştre em dikin parzûnan û du rojan didin sekinandin. Piştre em dikin bîdonan û dikin bin axê. Zivistanê tên bikaranîn.”
 
 
‘Em li gund jiyanek xwezayî didomînin’
 
Şukranê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku jiyana gund li gorî bajaran hînek din baştire û got: “Li gund baxçeyê me sewalên me hene. Em xurekên xwe bixwe hildiberînin. Penîr, mast, hêk, sebze û fêkî hene. Her tişt xwezayiye. Em ji  jiyana bajar xweşiktir jiyana xwe didomînin.”