'Dema Ocalan azad bibe dê pirsgirêka kurd jî çareser bibe'

  • 16:27 25 Tebax 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz di çalakiya  'Deng bid azadiyê' ya li ber Girtîgeha Bakirkoyê hat lidarxistin de axivî got, "Dema ku tecrîd bê şikandin û azadiya Birêz Ocalan pêk were, wê çareseriya pirsgirêka Kurd pêk were." 
 
Çalakiya "Deng bide azadiyê" ya ku ji aliyê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) û xizmên girtiyan ve hat destpêkirin, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. azadiya fîzîkî û çareseriya pirsgirêka Kurd, li Stenbolê dewam dike. Di vê çarçoveyê de xizmên girtiyên li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hatin cem hev.  Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sumeyye Boz û Kezban Konukçu, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û gelek kesî piştgirî dan çalakiya malbatan. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo şikandina tecrîdê û aştiya civakî deng bide azadiyê” hate vekirin û pêşmalkên bi nivîsa “Deng bide azadiyê” hatin lixwekirin û dirûşmên“Bijî berxwedana zindanan”, “Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe” hatin berzkirin.
 
'Heta pirsgirêka Kurd çareser bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Parlamentera DEM Partiyê Kezban Konukçu ku ewil di çalakiyê de axivî, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a yek ji pirsgirêka herî girîng a welat bi hefteyan çalakî tên lidarxistin û got, “Em nikarin behsa pirsgirêkên girtiyan bikin. Di xwarina ku ji girtiyên li Girtîgeha Metrîsê re dihat dayîn de kurm xuya dibû. Girtî di nava şert û mercên nemirovane de tên ragirtin. Cezayê di nava ceza de tê sepandin. Ger tê xwestin li vî welatî aştî û aramî pêk were divê pirsgirêka Kurd çareser bibe û şert û mercên giran ên tecrîda li Îmraliyê bên rakirin. Ji bo pirsgirêka Kurd çareser nebe li Îmraliyê tecrîdeke giran tê meşandin.  Ji bo ku çend kom dewlemend bibin çareserî nayê xwestin. Tecrîd li qadekê nîne, li her qadê heye. WekeDEM Partiyê em bi hev re têkoşîna gelan li dijî vê xitimandinê dimeşînin. Heta hemû girtiyên siyasî azad bibin û pirsgirêka Kurd çareser bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin." 
 
'Azadiya Birêz Ocalan misoger bibe wê pirsgirêka Kurd jî çareser bibe'
 
Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz bal kişand ku tecrîda li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê roj bi roj kûrtir dibe û got, ew ê li dijî hemû zextan li her qadê dengê aştiyê bilind bikin. Sümeyye wiha got: “Polîtîkayên Esat Oktay yên di salên 90’î de li girtîgehan pêk anîn îro jî berdewam dikin. Çawa ku Mazlum Dogan û Gultan Kişanak berxwedaneke mezin nîşan dan, îro jî wê ev berxwedan bidome. Li girtîgehan axaftina bi telefonê ya bi kurdî qedexe ye û polîtîkaya ‘Tirkî biaxive, pir biaxive’ hê jî di pratîkê de ye. Me zimanê Kurdî, hebûna xwe û berxwedana xwe parast û em ê biparêzin. Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir, li 4 parçeyên Kurdistanê belav bû. Em tecrîdê qebûl nakin. Çareseriya pirsgirêka Kurd bi şikandina tecrîdê ve girêdayî ye. Dema ku tecrîd bê şikandin û azadiya Birêz Ocalan pêk were wê çareseriya pirsgirêka Kurd jî pêk were.”
 
Di bernameya ku hat bibîrxistin dê çalakî hata azadiyê bidomin de piştî axaftinan bi dawî bû.