Şewat derbas bû hêrsa wan derbas nebû

  • 09:03 25 Tebax 2024
  • Ekolojî
 
Nazlican Nujîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Di ser şewta li Îzmîrê de roj derbas bûn lê hîna bîhna tenî û dumanê ji taxan tê. Welatiyên ku diyar kirin ku rayedaran şewat temaşekiriye, bi hêrsin.
 
Li herêma Egeyê demên dawî de li pey hev şewat derketin û ji ber şewatê xesarek mezin hat jiyîn û bi mîlyonan zindiyî zirar dît. Yek ji cihên ku şewat hat lê jiyîn navçeya karşiyaka ya Îzmîrê mewkiya Karatepe ya Çiyayê Yamanlar bû. Şewva 15’ê tebaxê şewat derket û belav bû. Çar rojan şewatê berdewam kir û belav bû.  Midûriyeta Serokatiya Ragîhandina Serokomariyê ya Îzmîrê rewşa şewatê parve kir.  
 
Li mewkiya Yamanlar  87 xanî hatin valakirin, 16 xanî hatin şewitandin û 45 jî hatin tahliyekirin. Wezîrê Bajarvanî û Derdorê Murat Kurum piştî ku şewat ket bin konrolê daxuyanî da û got di encama şewatê de 45 beşên serbixwe ji şewatê bi bandor bûne. 23’ê Tebaxê de jî li Îzmîr û Aydinê bi giştî 10 tax wek herêma afetê hatin îlankirin.
 
‘Em ji kê re biaxivin’
 
 
Me xwest em bi jinên taxa Onur ya girêdayê navçeya Bayrakli ku yek ji navçeya herî zêde ji şewatê bandor bû, biaxivin. Lê em fêr bûn ku ji bre hêrsê naxwazin biaxivin. Jinekê der barê mijarê de wiha got: “Em pir axivîn. Lê herî dawî em fêr bûn ku rayedarên hatin vir gotine em ji bo we tiştekî nakin.  Ez niha ji kê re biaxivim.”
 
Gelê taxê bê hêviye
 
 
Jinan diyar kirin ku şewat hatiye temaşekirin û xaniyên wan yên şewitîne bi keda xwe çêkirine û ji ber bê tedbîriyan ji ber mudaxale nehatiye kirin  keda wan tune bûye. Gelê taxê ku bi giştî di alî tapoyan de pisgirêkan dijîn, dibêjin şaredarî û desthilatdarî ji bo wan tiştekî nakin. Hinek welatiyên ku mala wan şetiye tax terk kirine. 
 
‘Heta îtfaye hat xanî şewitîn’
 
 
Jina bi navê Elmas Çetîn diyar kir ku hem mala wê hem mala kurê wê şewitiye û got bi hemû malbata xwe re niha li mala kurê xweyê din bi tevahî 15 kes lê mînin. Elmasê wiha dirêjî dayê: “Dereng mudaxaleyê şewatê kirin. Me deriyek ji mala xwe dernexist. Dema şewatê de em li malê  bûn. Me agahî girt ku şewat gihiştiye mala kurê min. Zarok û neviyên min li hundir bûn. Em ji hundir derketin û me şewitandina xaniyê xwe temaşe kir. Me xortumê hewl da bitemirînin. Kurê min tenê bû. Wê çawa bitemiriya. Kurê min li îtfayê geriya. Got mala me dişewite. Em gelek carî lê geriyan lê dereng hatin. Ji xwe heta îtfaye hat mala me şewitî.”
 
‘Me derziyek ji malê dernexist’
 
 
Elmasê wiha dawî Lê anî: “Mala min jî ya kurê min jî şewitî. Me derziyek ji hundir dernexist. Şaredar hat vir. Got derbasî be. Em nizanin wê çi bikin. Em dixwazin cihên malên me bidin me û alîkariyê bidin me.  Em dixwazin alîkariyê bidin me. Em li mal kurê minin. Cihê razana me tuneye. Em perîşan bûne. Hîna zivistan nehatiye. Di vî temenî de em li derve man.”