Di OHAL’ê de dengê jinê da bihistin: Mîrateya Şûjinê didome

  • 09:04 24 Tebax 2024
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Rojnameger Nişmiye Guler da zanîn ku Gazete Şûjinê di pêvajoya OHAL’ê de dengê jinan daye bihistin û cihekî girîng di temenê xweyê kurt de girtiye. Nişmiyeyê got di rewşa li dijî zextan yekitî tunebe de wê girtina rojnameyan hîn bêtir zêde bibe.
 
Pêvajoya OHAL’ê ya li welat ji 20’ê Tîrmeha 2016’an hat destpêkirin û heta Tîrmeha 2018’an hat berdewamkirin. Di vê pêvajoyê de darbe li azadiya fikr û ramanê hat xistin û ya herî tund jî li nûnerên kevneşopiya çapemeniya Kurd hat kirin. Di 16’ê Tebaxa 2016’an de  Ozgur Gundem bi sûcdariya ‘propaganda rêxistinê’ kiriye ji aliyê 8’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê ve, di 25’ê Tebaxa 2017’an de jî bi KHK’a hejmar 693 Gazate Şûjin, DÎHABER, rojnameya bi Kurdî weşanê dikIR Rojeva Medya hatin giritn. Lê xebatkarên çapemeniya azad bi navên cuda rojnamegeriya xwe didomînin.
 
Rojnameger Nişmiye Guler a wê demê di Gazete Şûjinê de nûçegîhanî dikir, diyar kir ku rojnameyê di dema OHAL’ê de dengê jinan daye bihistin û di jiyana xwe ya kurt de cihekî girîng girtiye. Nişmiyeyê daxuyakirin ku mîrateya rojnameya jinên Kurd ya ji Gurbetellî Ersoz, Ayfer Serçeyan gihiştiye Gazete Şûjinê didome û rojnamegerên jin yên Kurd bi rêxistinek xurt hatine roja îro. Nişmiyeyê got ger hemû muxalîf li dijî zextan bi yek eniyê xwe rêxistin nekin wê girtin û zext bidomin.
 
Ji sansur û girtinan re gotibûn şolena demorkasiyê
 
Nişmiyeyê wiha dirêjî dayê: “Di navbera salên 2013-2015’an de  ku wek ‘pêvajoya çareseriyê’ dihat binavkirin, hat afirandin ku der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de gav tên avêtin. Hawêrek demokratîk hat avakirin lê hema piştre derbasî zextên ku salên 90’î bezandine kirin. Di 2015’an de piştî hewldana darbeyê şûnde konseptek nû xistin dewrê.  Azadiya fikr û ramanê xistin bin piyan. Li ber çavê hemû cîhanê ev kirin. Saziyên çapemeniyê girtin.”
 
‘Şûjinê mîrateya JINHA’yê dewr girt’
 
Nişmiyeyê balkişand ser girtina Gazete Şûjinê û wiha domand: “JINHA ku yekemîn ajansa nûçeyan a jinan a cîhanê bû 2012’an de dest bi weşanê kir û piştî darbeyê bi KHK’ê hat girtin. Piştre Gazete Şûjinê mîrateya wê dewr girt. Me tecrubeya xwe ya bi JINHA’yê bidest xist bi Şûjinê berdewam kir. Pêvajoyek 8-9 mehan bû. Gelek nûçe hatin çêkirin. Ji bo jin derkevin pêş weşangerî hat kirin. Gazete şûjin bi saziyên din yên Kurd re Rojeva Medya, DÎHABER, Ozgur Gundemê re di 2017’an de bi KHK’ê hatin girtin. Lê KHK’yan mîrateya çanda Kurd tune nekir. Xebatkarên çapemeniya azad li ber xwe dan. Bi Jinnews, Ajansa Mezoptamya, Yenî Yaşam û Xwebûnê riya xwe da berdewamkirin.”
 
‘Berdewama êrîşa li hember tevgerên jinan bû’
 
Nişmiyeyê daxuyakrin ku hikûmetê polîtîkaya jinan li ser çapemeniya jinan jî pêk anî û wiha bi lêv kir: “Aktîvîstên jin hatin girtin. Xebatkarên çapemeniyê yên jin derxistin pêş hatin girtin.  Me jî got ‘em şûjinê li zimanê çapemeniyê’bixin. Nedixwestin jin di jiyanê de cih bigirin, jin derkevin pêş. Ev êrîş li hember jinan bû. Ev berdewama êrîşa li hember tevgerên jinan bû. Gazete Şûjinê gelek binpêkirinên mafan derxist holê. Piştî zexta li çapemeniyê , tundiya ku dewletê dikir bi rayagiştî da bihistin. Di pêvajoya OHAL’ê de rojnamgerî kirin gelek bi nirx bû.  Rojnamegerên jin di wê pêvajoyê de rola xwe ya ku binpêkirinên mafan bidin bihistin gelek baş dan bihistin.”
 
‘Çapemeniya jinan a Kurd bandor li ser ronamegeriya jinê kir’
 
Nişmiyeyê her wiha ev nirxandin kir: “Jinên kevneşopiya JINHA û Gazete Şûjinê domandin, jinên çapemeniya Kurd de di bin sîwaneya Komeleya Rojnamegerên Jin yên Mezopotamyayê de anî gel hev û çapemeniya jinan a Kurd bandor li ser rojnamegeirya jinê kir.Piştevaniya bi çapemeniya Kurd re qels e. Çapemeniya Kurd tê terorîzekirin û tenê tên hiştin. Ev rewş di esasê de tercîheke.  Bi salane zext hene. Çapemeniya azad a Kurd bi derfetên xew bi xebatkarên dildar li ser piyan sekiniye û didomîne.  Li dijî vê divê  muxaleftek xurt û çapemenî ligel hev cih bigire. Yanî hewce bi eniyekê heye, heta ev enî neyê avakirin wê zext û girtin bidomin.”