Hevşaredar Safiye Akdag: Em ê karên xwe yên nîvco mane temam bikin

  • 09:02 23 Tebax 2024
  • Rojane
 
Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Hevşaredara Yenîşehîr a Amedê Safiye Akdag da zanîn ku piştî texrîbata qeyûman wê jiyanek nû ava bikin û vê jî wê bi pêşengiya jinê bikin û got: "Ji bo karên nîvco mane ev destpêkek bû. Em ê van temam bikin.”
 
Desthilatdariya AKP-MHP’ê yekem car di 2016’an de qeyûm tayînê şaredariyan kir û ewil saziyên jinan û çandê hedef girt. Piştî tayînkirina qeyûman gelek projeyên van qadan nîvco man. Di hilbijartinên herêmî yên 2024’an de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) şaredariyên ku ji qeyûm girtin, projeyên nîvco mabûn ji nûve dan destpêkirin. Şaredariya Yenîşehîr a Amedê di çarçoveya vê de xebatên xwe da destpêkirin. Şaredariya Navenda Şêwirmendiya Jinan a Binevş ku plan dikir di 2019’an de vebikin lê piştî qeyûman nîvco mabû, di 17’ê tebaxê de vekir.
 
Hevşaredara Yenîşehîrê ya Amedê Safiye Akdag, der barê Navenda Şêwirmendiya Jinan a Binevş û xebatên jinan de axivî.
 
‘Hewl didin pêşiya me bigirin’
 
Safiyeyê da zanîn ku projeya Navenda Şêwirmendiya Jinan a Binevş di 2019’an de hatiye amadekirin û got: “Dema wê demê em hatin ser peywirê bi wek meclîs bi navê Bînevş biryar girt. Lê mixabin bi tayînirina qeyûman re maf hat xespkirin. Ji ber vê nîvco ma. Em ê karên xwe yên nîvco mane temam bikin. Qeyûm çawa hatibûn êrişê saziyên jinan kiribûn. Êrişê saziyên me kiribûn. Ji bo vê ji bo me taybt û girîng bû. Texrîbatek mezin hiştibûn. Ev 4 mehe em li ser peywirê ne. Bi gelek astengiyan dixwazin pêşî li me bigirin. Lê tevî hemû bê derftiyan em xebatan dimeşînin.”
 
‘Xebat wê li gund û navendan bin’
 
Safiyeyê der barê xebatên Navenda Jinan a Binevş de jî axivî û wiha dirêjî dayê: “Xebatkarên jin yên şaredariyê, encamên meclîsê yên jin û gelek xebatkarên jin bi hev re xebatek kolektîf meşandin û me navenda xwe vekir. Di vê navendê de wê şêwirmendî hebe.  Di alî hiqûqî, psîkolojîk, civakî de wê piştgirî bê dayîn. Li ser mijarên hişbirê wê ders bên dayîn. Destpêkê em ê bi perwerda zimanê Kurdî destpê bikin. Em ê ji bo jin, zarok û ciwanan jî projeya li vir çêbikin. Navenda me li vir e lê wê li gund û navendan xebat bên meşandin.”
 
‘Em dikarin jiyana nû bi hev re ava bikin’
 
Safiyeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Texrîbata herî mezin li saziyên jinan pêk hatine. Ez bang li hemû jinan dikim. Ne tenê ji jinên Kurd re ji hemû kesî re deriyên me vekirîne. Ji bo hemû jinên vî bajarî deriyên me vekirîne. Lê divê xwedîderketin hebe. Xebatên me ji bo wan e. Divê em xebatên xwe bi hev re bimeşînin.Divê pêşeniyê ji me re bikin. Bi vî awayî em dikarin jiyana nû ava bikin. Pêşengiya jinan ji bo me girîng e.”