'Em ê heta dawiyê li dijî komployê li berxwe bidin'

  • 09:31 16 Sibat 2024
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên tevli meşa girseyî ya li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn, qomplo şermezar kirin û gotin:"Em ê heta dawiyê li dijî komployê li berxwe bidin."
 
Bi hezaran welatiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê herikîn kolanan. Meşê ji pêşiya eywana 8'ê Adarê ya ku dikeve milê xerbiya taxê dest pê kir û bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" , "Bijî berxwedana Îmralî","Azadî ji bo Rêberê neteweyî"  ber bi qadên taxa Eşrefiyê ve herikîn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pankarta bi nivîsa "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya azadiya gelan e" hatin hildan. Jinên ku di meşê de amede bûn nerazîbûnên xwe li hemberî dewamiya komploya li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, nîşan dan.
 
'Em ê her li qadan bin' 
 
Zeyneb Nasir bertek nîşanî komploya navneteweyî da û wiha got:" Em bi tundî komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin. Îro dewletên navneteweyî di şexsê Rêbertî de xwestin gelên azadîxwaz tune bikin lê heta ku rih di me de heye em ê her li qadan bin û li ser piya bin. Ji ber em Serokê xwe dixwazin. Em azadiya Serokê xwe ya fîzîkî dixwazin. Jinên bi saya fikir û felsefeya Rêbertî îro xwe nas kirine li ser wê bingehê wê tekoşîna xwe bilindtir bikin û dest ji doza Rêbertî bernadin."
 
'Kes nikare roja me tarî bike'
 
Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Emîne Beyrem da zanîn ku 15' Sibatê ji bo wan rojek bi şîn e û wiha got:"Îro 15'ê Sibatê ye, ji bo ev roj rojek şîn û reş e em vê komployê bi tundî şermezar dikin. Lê belê çiqas komplo li ser Rêbertî dewam bikin jî kes nikare di riya komployê de roja me tarî bike. Ji ber ku îro em weke gelê kurd xwedî li fikir û felsefeya Rêbertî derketine û rojane banga azadiya wî dikin."  
 
'Rêber Ocalan daxwaz kir ku pirsgirêk bên çareserkirin'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Emîneyê da zanîn wê têkoşîna gelê kurd a li dijî komploya navneteweyî her tim dewam bike û wiha pê de çû:"Divê Rêber Abdullah Ocalan bigihêje armanca xwe. Çimkî Rêber Abdullah Ocalan daxwaz kir ku tevahî pirsgirêkên ku li cîhanê rû daya bi taybet ên li Rojhilata Navîn çareser bike. Ev yek jî wê bi rêya aştiyê, bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û bi projeya netewa demokratîk pêk were. "
 
'Gel li hemberî hêzê tarî serê xwe natewîne'
 
Di dawiya axaftina xwe de Emîneyê diyar kir ku yê bikaribe azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mîsoger bike gel bi xwe ye û wiha got:"Gelê me ne gelê berê ye ku li hemberî hêzên tarî serê xwe bitewîne. Ji ber ku îro ev gelê ku perwerdeya xwe li ser fikir û ramanên Rêbertî dîtine tu carî serê xwe natewînin. Bi taybet jinên ku Rêbertî rêya azadiyê nîşanî wan daye serî natewînin."