Li Îzmîrê derbarê komployê de sînevîzyon

  • 15:39 15 Sibat 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Bi tevhîbûna partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û aktîvîstên TJA'yê, derbarê salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de sînevîzyonek hat nîşandan. 
 
Li Îzmîrê bi tevlîbûna Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Elewiyên Demokrat (DAD), Dayikên Aştiyê, Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re ya Egeyê (EGETUHAYDER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER), derbarê komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de sînevîzyonek hat nîşandan. 
 
Sînevîzyon li avahiya Rêxistina DEM Partî ya Îzmîrê hat nîşandan. Piştî nîşandana sînevîzyonê ji Dayikên Aştiyê Sultan Yagmekan axivî û got: "Em vê rojê şermezar dikin. Em ê heta dawiyê li cen Birêz Ocalan û girtiyên xwe bin. Heta em agahiyê bigirin em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Bername piştî dirûşm û çepikan bi dawî bû.