'Meşa Mezin a Azadiyê' ya bi milyonan bi dawî bû

  • 14:54 15 Sibat 2024
  • Ramyarî
RIHA - Meşvanên “Meşa Mezin a Azadiyê” ku li Kurdistanê gund bi gund bajar bi bajar serdan kirin, gihiştin Xelfetiya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê jê dayik bûye. Li vir Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û got: "Ev meş ne tenê meşa kesên dimeşin, ya bi milyonan e. Heta dengê Birêz Ocalan bigihêje her kesî û pirsgirêka kurd çareser bibe em ê têbikoşin."
 
“Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd di 1’ê sibatê de hate destpêkirin piştî 15 rojan gihişt ser axa ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jê dayik bûye. Li Xalfetiyê Meşvanên Azadiyê bi pankarta "Bi xêr hatin welatê ku roj lê hiltê" hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de dirûşma “Silav, silav ji Îmraliyê re hezar silav” hat berzkirin. 
 
Meşvanên Azadiyê piştî ku gihaştin li ber avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyaniyek dan. Li vir Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Çigdem Kiliçgun Uçar axivî.
 
'Ev komplo bi ser neket' 
 
 
Çîgdem, di destpêka axaftina xwe de spasiya hemû kesên ku di meşê de piştgirî dan wan kir û got: “Ev meş ne ??tenê meşa kesên dimeşin, ya bi milyonan e. Me li her derê bêhna ax û dîroka Kurdistanê girt. Em ji kesên meşa me krîmînalîze dikin re dibêjin; Xwediyê vê meşê Gelê Kurd e, daxwaza aştiyê ya gelê me ye. Li erdnîgariya ku sedsal in şer lê tê ferzkirin, em têkoşîneke ku dengê aştiyê bilind dike dimeşînin. Birêz Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Tirkiyeyê. Dema ku birêz Ocalan anîn vê derê, ev komplo weke bidawîkirina rastiya kurd hate pênasekirin. Lê ev komplo bi ser neket."
 
'Çareserî azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan e'
 
Çîgdemê diyar kir ku hemû daxwazên wan bi polîtîkayên çewisandinê tên redkirin û  got, "Em ji vir bang li dewleta ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tiliya xwe nalivîne û polîsan bera peyme dide dikin. Kurdan tucarî serî netewandine û wê netewînin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê her kes hêza xwe ya cewherî bike yek.  Pirsigrêka kurd rastiyeke ku divê bê çareserkirin e. Em ji vir bang li kesên şerxwaz dikin; dê ev pirsgirêk bê çareserkirin û rêya vê jî azadiya fizîkî yar Birêz Oclan e. Piştî komploya navneteweyî Tirkiye hiqûqa xwe û ya navneteweyî  bi hev re binpê kiriye. Pergala tecrîdê dewam dike lê kurd jî dest ji daxwazên xwe bernadin."
 
'Heta ku dengê Ocalan bigihêje herkesî dê têkoşîn bidome'
 
Çîgdemê diyar kir ku kurd li çar parçeyan dest ji daxwazên xwe bernadin û ev tişt got, "Kurdan li dijî DAIŞ'a ku hêzên hegemon afrandin têkoşlîneke mezin dan. Kurdan jinên kurd li Rojava deriyê paradîgmayeke nû vekirin. Divê paradîgmaya Birêz Ocalan li ser vê axê bikeve meriyetê. Em ê vê meşê li vir bi dawî bikin lê wê têkoşîna me heta ku dengê Birêz Ocalan bigihîje her kesî pirsgirêka kurd bê çareserkirin bidome. Em ji her kesê ku keda wan di vê meşê de heye re spas dikin."
 
Meşvanên ku ji bo biçin Amarayê ketin rê, lê destûr nedan bikevin Amarayê dîsa berê xwe dan navenda navçeya Xelfetî. 75 meşvan li avahiya navçeya Xelfetî ya Partiya DEM’ê li hev civiyan û bi dirûşmeyan ragihandin ku meşa wan a 15 rojan bi dawî bûye.