'Muhatabê pirsgirêka kurd Birêz Ocalan e'

  • 13:34 14 Sibat 2024
  • Ramyarî
RIHA - Meşvanên ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Amedê ketin rê, piştî Sêwregê derbasî Curnê Reş bûn. Parlamentera DEM Partiyê  Oznur Bartin a li ber pankarta, "Me welatparêziya welatê ku kesî nikaribû navê wî bigota kir" axivî, diyar kir ku muhatabê pirsgirêka kurd Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.  
 
Siyasetmedar û rêxistinên saziyên sivîl yên demokratîk ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji Qers û Wanê bi rê ketin, piştî navçeya Sêweregê ya Rihayê gihaştin Curnê Reş. Piştî meşa li navenda navçeyê bi dirûşmeyan, li ber avahiya navçeyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî li ber  pankarta "Me welatparêziya welatê ku kesî nikaribû navê wî bigota kir" hat dayîn.
 
'Muhatab birêz Ocalan e'
 
 
Parlamentera  DEM Partiyê Oznûr Bartîn li vir axivî û got, “Em her ku diçûn bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Em spasdarê gelê xwe ne. Divê daxwazên girtiyên li girtîgehê û dayikên me bên bicihanîn û dawî li tecrîdê bê. Bi vê wesîleyê em komploya navneteweyî şermezar dikin. Daxwaza me azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan e. Yekane muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd Birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd divê bi lezgîn muzakere bên kirin. Serkeftin ya me ye."
 
Pankart hat daliqandin
 
Di daxuyaniyê de pankarta "Azadiya Rêberê me azadiya me ye" li avahiya navçeyê hat daliqandin. Meşvanan bi çepik û tilîliyan bersiv dan ciwanan. Piştî daxuyaniyê dirûşmên "Bimre koletî, bijî azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. Piştre jî heta navenda navçeyê meş hat lidarxistin. Piştî meşa li navçeyê meşvan ber bi Rihayê ve ketin rê.