Meşvanên Azadiyê gihaştin Sêweregê

  • 12:09 14 Sibat 2024
  • Ramyarî
AMED - "Meşa Mezin a Azadiyê" di roja 14'an de didome. Meşvanên Azadiyê ligel barana zêde li navçeya Sêweregê dest bi meşê kirin. Di daxuyaniya ku li navçeyê hat dayîn de banga mezinkirina têkoşînê û domandina meşa azadiyê hat kirin.
 
“Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi pêşengtiya siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin, di roja 13’emîn de her du Bask li Amedê gihiştin hev. Baskê Wan û Qersê di roja 14'an de jî berê xwe dan Rihayê.
 
Meşvanên Azadiyê serê ewilî gihaştin navçeya Sêweregê. Li vir serdana gora siyasetmedar Îbrahîm Ayhan ê ku li başûrê Kurdistanê di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da bû û gora Mahmût Zengîn ê ku di Zindana Amedê de bedena xwe da ber agir ziyaret kirin. 
 
Di serdana gora Îbrahîm Ayhan de parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî axivî û bal kişand ser têkoşîna Îbrahîm Ayhan û got: "Îbrahîm têkoşîneke mînak da û nayê jibîrkirin. Îbrahîm jî her tim daxwaza rakirina tecridê dikir. Bi dehan Îbrahîm heta îro jiyana xwe ji dest da. Îro li dijî mirinan em Meşa Azadiyê pêk tînin. Heke tecrîd hebe li vir hiqûq û demokrasî nîne. Tecrîda li hemberî Ocalan tê wateya tecrîda li hemberî gelên Rojhilata Navîn. Em carek din ji bo rakirina tecrîdê banga têkoşînê dikin." 
 
Piştre meşvan serdana gora Mahmût Zengîn a Goristana Asriyê kir. Li vir dirûşma "Şehîd namirin", "Ey şehîd rêya te rêya me ye" û "Ey şehîd xwina te erdê namin e" hatin berzkirin. Li vir jî Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz axivî û da zanîn ku 14 roj in em dimeşin. Salîha wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê bê zanîn ku ev agirê ku 42 sal beriya niha hatî pêxistin mezin bû û kesek nikare daxwaza azadiya Gelê Kurd rawestîne. Em her deverê Kurdistanê geriyan û me hemû nirxên xwe anî cem hev. Em ê vê heqîqetê sibê cihê ku roj hiltê bînin cem hevdû. Bê zanîn ku ev agir dê azadî û aştiyê bîne." 
 
 
 
Bernameya bi bîr anînê piştî danîna qurnefîlan a li ser goran bi dawî bû. 
 
Meşvanên Azadiyê ligel barana zêde bi dirûşmeyan heta avahiya Rêxistina DEM Partiyê meşiyan. 
 
Şêniyên navçeyê jî bi çepik û dirûşmeyan piştevaniya meşê kirin. 
 
Meşvanên Azadiyê piştî ku gihaştin DEM Partiyê li vir daxuyaniyek dan. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û da zanîn ku dawiya vê meşê azadî ye û wiha got: "Li vî welatî tecrîd heye û pêşeroja Tirkiyeyê îpotek kiriye. Kesên ku di pirsgirêka kurd de israr dikin, nasname û ziman înkar dikin, em bang li wan dikin; wekî Birêz Ocalan gotî 'Di nav hefteyekî de ez dikarin çareser bikim pirsgirêkê', ev rastiyek e û divê bê dîtin. Gelê Kurd dev ji ziman û nasnameya xwe bernade. Ji bo çareseriya bi rêya demokratîk em dimeşîn. Em ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan dimeşîn. Ev meş ya me hemûyan e û ev azadî jî de bibe ya me hemûyan. Em ê bi ser kevin."
 
Piştî axaftinan Meşvanên Azadiyê berê xwe dan navçeya Hîlvanê.