Meşvanên Azadiyê ji ber Minareya Çarling bang kirin

  • 18:07 13 Sibat 2024
  • Rojane
AMED - Meşvanên Meza Azadiyê meşa 4 saetan a Amedê temam kirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li ber Mînareya Çarling axivî û got: “Çareseriya vê pirsgirêkê tenê divê ne li ser milê me be. Divê hemû kesên li vî welatî aştiyê dixwazin berpirsyariya xwe bînin cih.”
 
Meşa Azadiyê ya ku 13 roje ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgsirêka Kurd didome û îro gihişt Amedê. Piştî çar saet meşa Amedê li ber Minareya Çarling daxuyanî hat dayîn. Li vir parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal axaftinek kir û got: “Em di zivistanê de ji Wan û Qersê derketin rê. Em ji bo azadiya Birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hatin heta v¨derê. Ev rê rêya azadiya Birêz Ocalan e.”
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî wiha got: “Em îro bi hezaran kîlometre meşiyan û hatin Amedê. Gelê me di rê de piştgirî da me. Em spasiya wan hemûyan dikin. Me xwest pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Muxatabê vê birêz Ocalan e. Ev sedsal in siyaseta înkar, asîmîlekirin û îmhayê li ser kurdan tê meşandin, lê nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Îro bi hezaran polîs li vir kom kirine, wê tu encamê ji van polîtîkayan negirin. Ev meş û berxwedan ne yê 13 rojan e. 100 sal berê dest pê kiriye û ev berdewamiya wê ye. Pirsgirêkên li Kurdistan û Tirkiyeyê her ku diçe girantir dibin. Banga me ji her kesî re ew e ku rê û rêbazek ji bo çareseriya aştiyane ya vê pirsgirêkê bibînin. Kes bi vê pirsgirêkê re wê bigihêje tu derê. Çareseriya birûmet û aştiyane ya vê pirsgirêkê divê ne tenê li ser milê me be. Her kesên ku li vî welatî aştiyê dixwaze, divê berpirsyariya xwe bi cih bîne.”
 
Keskîn di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna 100 salan a Kurdan û wiha domand: “Ev sedsal bi berxwedana gelê Kurd hat roja îro. Rêberê vê berxwedanê Birêz Ocalan e. Divê tecrîd bê şikandin û azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin. Ji bilî vê tu rêyeke din tuneye. Daxwaza me aştiya birûmet e. Gelê me ji Wanê heta vir piştgirî dane me. Em ê teqez daxwazên gelê xwe pêk bînin." Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan û firandina kevokên aştiyê bi dawî bû.
 
Meş wê 15'ê Sibatê li gundê Amara yê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye bi dawî bibe.