Jinên tevli kampanyaya îmzeyê bûn: Em tecrîdê şermezar dikin

  • 09:59 13 Sibat 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê tevli kampanyaya komkirina îmzeyan a ji aliya Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bertek nîşanî komploya navneteweyî dan û wiha gotin:""Me kampanyaya xwe da destpêkirin. Gel jî ji bo vê çalakiyê kêfxweş in û bi me re dibin alîkar. Em di nava kolan, tax û malan de digerin û îmzeyên xwe kom dikin. Çi ji me bê xwestin em her amede ne. Heta ku em azadiya Rêberê xwe misoger dikin, em ê bixebitin."
 
Kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Helebê hat destpêkirin. Li her du taxên Şêxmeqsûd û taxa Eşrefiyê îmze tên komkirin. Gel piştgiriyeke mezin dide vê kampanyayê. Jinên ku dest bi kampanyayê kirine diyar kirin ku wê têkoşîna wan heta azadkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam bike.
 
'Em tecrîdê şermezar dikin'
 
Zeyneb Qasêm nerazîbûna xwe ya li dijî komploya navneteweyî nîşan da û wiha got:"Em komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêkanîn şermezar dikin. Rêbertî di nava Sûriyeyê de jî xwedî kedekê bû. Em jî weke gelên ku bi raman û felsefeya Rêbertî bandor bûne karê xwe li ser wê bingehê didin dewamkirin. Ji bo em azadiya rêbertî misoger bikin, em ê her tim bixebitin."
 
'Divê rêxistinên navneteweyî bi erka xwe rabin'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Zeynebê diyar kir ku tevahî rêxistinên ku bi mafê mirovan bang dikin û bi erka xwe ya mirovî ranabin divê bi erka xwe rabin û got:"Ev bû 25 sal in ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava Girava Îmraliyê de li ber xwe dide. Her wiha tu sazî û rêxistin ji bo azadiya Rêbertî bi erka xwe ranabin. Lewma divê ji holê rabin û em jî CPT'yê şermezar dikin ji ber ku heta roja îro di nava bêdengiyê de ye."
 
'Ji bo azadiya Rêbertî em îmzeyên xwe diavêjin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Zeynebê derbarê tevlîbûna gel a vê kampanyayê de wiha pê de çû:"Em îro bi vê kampanyayê rabûne. Gelê me jî bi awayekî çalak xwe tevlî vê kampanyayê dikin û ji bo azadiya Rêbertî îmzeyên xwe diavêjin."
 
'Ji bo azadiya Rêbertî çi ji me bê xwestin em dikin'
 
Rîham Hemûd jî ji ajansa me re derbarê destpêkirina kampanyayê de ji ajansa me re wiha axivî:"Me kampanyaya xwe da destpêkirin. Gel jî ji bo vê çalakiyê kêfxweş in û bi me re dibin alîkar. Em di nava kolan, tax û malan de digerin û îmzeyên xwe kom dikin. Çi ji me bê xwestin em her amede ne. Heta ku em azadiya Rêberê xwe misoger dikin, em ê bixebitin."