Meşvanên Azadiyê li Wêranşarê hatin pêşwazîkirin

  • 14:37 11 Sibat 2024
  • Ramyarî
RIHA - Meşvanên Azadiyê yên ku ji Wanê derketin rê, li navçeya Wêranşarê bi coş hatin pêşwazîkirin.
 
Meşvanên Azadiyê yên ku bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li dijî tecrîda  li Îmraliyê ji Wanê bi rê ketin, ji navçeya Serêkaniyê bi coşek mezin hatin şandin. Meşvanên Azadiyê yên ku bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hatin şandin, li navçeya Wêranşarê bi coş hatin pêşwazîkirin.
 
'Bijî berxwedana zindanan'
 
Bi sedan kesên ku ji Kolana Karacadagê heta Kolana Eskî Riha meşiyan bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" meşa xwe domandin. Zarokên beşdarî meşê bûn bi alên DEM Pariyê û nîşaneyên serkeftinê rengê xwe li meşê dan. Welatiyên ji esnaf û malên li ser rê, ji balkonan bi nîşaneyên serkeftinê ji bo meşvanan kirin.
 
Bi sedan kes hatin ber Rêxistina Navçeya Wêranşar a DEM' Partiyê ya li ser Kolana Kişlayê û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" qîriyan.
 
Di daxuyaniya li ber avahiya partiyê Parlamenterê DEM' Pariyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar axivî û diyar kir ku ji Kurdistanê silavên germ anîne. Ferît diyar kir ku ew bi gel re meşiyane û got, “Ev meş meşa çareserî û aştiyê ye. Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye û birêz Ocalan e.Heta ku aştî pêk were ev meş wê bidome.
 
'Ger aştî were wê bi saya dayikan pêk were'
 
Ferît anî ziman ku polîtîkayên şer ên 40 sal in li Tirkiyeyê didomin, ji mirinê pê ve tiştek bi xwe re neanîn û got, “Şer dibe sedema giriyê dayikan. Ne tenê dayikên Kurd, dayikên Tirk jî hêsiran dibarînin.  Em li vir dimeşin, li girtîgehê jî 77 roj in greva birçîbûnê didome. Dayikên Aştiyê jî Nobeda Edaletê li dar dixin. Ger aştiyeke bi rûmet were welat, ev jî bi saya dayikên laçik spî ye spî yê."
 
'Heta ku tecrîd rabe em ê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Ferît diyar kir ku ew ê li dijî zextan gavan paş de navêjin û got, “Heta ku aştî pêk were ev meş wê bidome. Muxatabê aştiyê Birêz Abdullah Ocalan e û divê di zûtirîn dem de tecrîd bê rakirin û aştî pêk were. Heta ku tecrîd bê rakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Piştî daxuyaniyê li ber avahiya Rêxistina Navçeyê ya DEM Partiyê  bi def û zurneyê govenda hat gerandin. Meşvanên Azadiyê yên ku wê danê êvarê li Wêranşarê bimînin, wê sibê ber bi navçeya Şemrexê ve biçin.