Meşa Azadiyê li Agirî ye: Ev meşa gelan a li dijî faşîzmê ye

  • 11:38 4 Sibat 2024
  • Ramyarî
AGIRÎ - Baskê Qersê yê "Meşa Azadiyê ya Mezin" ber bi Panosê ve bi rê ket, li Agirî peyama "Meşa gel a li dijî faşîzmê ye" hat dayîn.
 
"Meşa Mezin a Azadiyê" ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 4'an de dewam dike. Meşvanên Baskê Qersê li navenda Agirî hatin cem hev û meşek li dar xistin. Welatiyên derdorê bi çepik û tilîliyan piştgirî dan meşê û dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bê serok jiyan nabe", "Bimre koleti, bijî aşitî" ji avahiya bajêr ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) heta buroya hilbijartinê berz kirin.
 
'Daxwaza me azadiya Birêz Ocalan e'
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag li pêşiya buroya hilbijartinê axivî û wiha got: “Bindest û kesên têkoşîna demokrasiyê didin daxwaza wekhevî û edaletê dikin. Wekhevî û edalet bes nîne, divê bi azadiyê bên tacîdarkirin. Daxwaza me azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Em dixwazin bi meşa xwe rêya aştiyê vekin. Her wiha meşa gelan ên li dijî faşîzmê têdikoşin e. Îro ji bo pîşesaziya çekan û bazirganên çekan bûdçeyên zêde tên veqetandin. Gelemperiya bûdçeya welêt ji bo şer tê veqetandin. Ev bûdçe ji berîka gel derdikeve. Heke ev bûdçe ji bo gel bihata bikaranîn niha rewşa her kesî baş bûya. Vaye ev meş jî sekna li dijî vê rewşê ye.” 
 
Bi domdarî Heval ev tişt anî ziman: “Divê ev meş bibe rojev û nîqaş li ser bên kirin. Divê siyaset dawî li siyaseta berê gelan didin hev bînin. Gelê kurd bedela vê jî dide. Em ê li her cihê em jê re derbas dibin van daxwazan vebêjin. Îro li girtîgehan grevên birçîbûnê hene. Mercên nebaş hene. Girtî li dijî vê li ber xwe didin. Mirov li dijî bêhiqûqiyê bedel didin. Şikandina vê derhiqûqtiyê di destê me de ye. Lewma banga me j bo hemû gelan ew e ku bi hev re tevbigerin.” 
 
Piştî axaftinan, meşvan ber bi navçeya Panosê ve ketin rê.