Li dijî komployê hêrs: Wê negihêjin armanca xwe

  • 09:03 4 Sibat 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Jin der barê salvegera komployê de axivîn û diyar kirin ku wê komplo negihêje armanca xwe.
 
Rêberê PKK’ê ku di 15’ê sibata 1999’an de bi komployê anîn Tirkiyeyê ji wê rojê de ye di bin tecrîdê de ye û 35 meh in tu agahî jê nayê girtin. Girtiyên siyasî di 27’ê Mijdara 2023’yan de bi armanca azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dest bi grevê kirin û bi heman daxwazê jî xizmên girtiyan li derve dest bi Nobetên Edaletê kirin.
 
Jin û siyasetmedarên tevli Nobeta Edaletê bûn diyar kirin ku komplo negihiştiye armanca xwe û gotin: “Dewlet Kurdekî digire li şûna kesekî hezar heb digihêjin. Niha bi mîlyonan ji bo serokatiya xwe li ser piya ne. Yekane rê heye ew jî serokatî ye. Em di şopa zarokên xwe û serokatiya xwe de ne.”
 
‘Bi mîlyonan li ser piya ne’
 
Nedret Kalkan daxuyakirin ku divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re destpê bikin û got: “Divê dest ji hiqûqa dijminahiyê ya li hember Adullah Ocalan û ya li hember gelê Kurd bê berdan. Salvegera komploya navneteweyî ye. Em şermezar dikin. Hêzên navneteweyî û dewleta Tirk negihişt armanca xwe. Komplo nîvco ma. Dewletê Kurdek heps kir lê li şûnê bi hezaran digihêjin. Serokatiya me heps kirin lê niha bi mîlyonan ji bo wî li ser piya ne.”
 
‘Yekane çareserî heye ew jî serokatî ye’
 
Nedretê bi lêv kir ku divê deriyên Îmraliyê vebin û ev tişt got: “Daxwaza me ne tenê şikandin tecrîdê ye. Em dixwazin serokatiya me azad be. Bila di demek kurt de ev pêk bê. Divê kes di 15’ê Sibatê de bêdeng nemîne. Dem dema bertek nîşandanê ye. Divê her kes têbikoşe. Yekane çare heye ew jî serokatî ye.”
 
‘Em di şopa serokatî û zarokên xwe de ne’
 
Gulperî Saydut jî destnîşan kir ku bi Nobeta Edaletê hemû dayikên Kurd hatine gel hev û wiha pê de çû: “Em ê ji bo serokatî û hemû girtiyan her tim li ser piya bin. Zarokên me serokatiya me di hundir de ne. Dema serokatiya me hat girtin canê me pir êşiya. 25 sal in girtiye. Divê ev girtin bi dawî be. Divê azadiya fîzîkî pêk bê.”
 
Banga bilindkirina deng
 
Emîne Aksoy jî bang li hemû kesî kir ku berpisyariya xwe bînin cih û wiha dirêjî dayê: “Divê her kes xwedî li zarokên xwe serokatiya xwe derkevin. Dema serokatî hat girtin her kesî çalakî pêk anîn. Her kesî cîhan hejand. Niha jî tam dema wê heye divê her kes xwedî li serokatiya xwe derkeve. Divê edalet pêk bê. Ev komplo encama siyaseta dijexlaqî bû. Serokatî di bin tecrîda giran de tê girtin. Ji komployê û vir de ev tecrîd tê meşandin. Divê em li dijî vê komployê bin û li dijî vê bêdeng nemînin. Em hene li vir in. Dewlet negihişt armanca xwe.”
 
‘Dewletan ji bo hebûna xwe ev komplo pêk anîn’
 
Rêvebera DEM Partî ya Uskudarê Menîce Serîn jî daxuyakirin ku dewletê li ser Kurdan komplo çêkiriye û wiha anî ziman: “Kurdan tu carî komplo qebûl nekirin. Li dijî komploya li serokatiya me wê hêrsa me natemire. Dewlet ji Kurdan tirsiya û komplo pêk anî. Nexwest Kurd bibin xwedî nasname. Ji bo hebûna xwe bidomînin ev komploya qirêj meşandin. Em ê heta dawî ji bo serokatiya xwe  têbikoşin.”