Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Maksût Tepelî pirsîn

  • 14:51 3 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê ji bo Maksût Tepelî kom bûn ku Maksût 40 salan beriya niha ji aliyê dewleta tirk ve dema li girtîgehê, hate qetilkirin û cihê gora wî hate veşartin.
 
Dayikên Şemiyê cara 984'an li Qada Galatasarayê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên li girtîgehê hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û failê wan bên darizandin kom bûn. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Maksût Tepelî pirsîn ku Maksût Tepelî di 2'yê Sibata 1984'an de piştî çûbû mala hevalê xwe ya li Taxa Kuçukbakkalkoy a Ataşehîra navçeya Stenbolê û di encama guleberdana polîsan de birîndar bûbû û hatibû binçavkirin.
 
Daxuyanî ji aliyê Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerîyê ve hate xwendin.
 
Gulseren ev yek anîn ziman: ‘’Dema Maksût nêzî malê bû, ferq kir ku derî şikestiye û xwest ku ji wir dûr bikeve lê belê polîsên li malê xwe veşartibûn, gule berdan ser wî û ew birîndar kirin.
 
Gulseren di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: ‘’Malbat û parêzerên Maksût ê ku ji aliyê saziyên fermî ve binçavkirina tê redkirin, piştî 22 salan belgeyên ku tê de îspat dike ku Maksût di 6’ê Sibata 1984’an de li Nexweşxaneya Nûmûneyê ya Haydarpaşayê jiyana xwe ji dest daye, bi dest xistin. Di encama hewldana 3 salan de rayedarên fermî qebûl kirin ku Maksût Tepelî li Goristana Bêkesan ya li Helvacîdedeyê hatiye definkirin. Lê belê ji ber ku agahiyên cihê gora wî nehatine eşkerekirin, hê jî cihê gora Maksût Tepelî nayê zanîn.’’
 
Gulseren destnîşan kir ku piştî windakirina Maksût tevî hemû hewldanan, derbarê bûyerê de heya niha lêpirsîneke cidî nehatiye destpêkirin.
 
'Em ê tim şopdarê vê yekê bin û dev ji lêgerîna edaletê bernedin'
 
Hevjîna Maksût Tepelî Şehrîban Tepelî jî ev yek anîn ziman: ‘’Keça me ya ku me bi Maksût re mezin dikir û bi gotina wî; ‘keça me ya ku em dê zarokatiya wê û zewaca wê bibînin’ niha mezin bûye û zewiciye û neviyên me çêbûn. Lê nebû derfet ku hevjînê min Maksût van bibîne. Em ê tim şopdarê vê yekê bin û dev ji lêgerîna edaletê bernedin.’’