Nobeta Edaletê ya Amedê: Bijî berxwedana zindanan

  • 14:04 3 Sibat 2024
  • Rojane
 
AMED - Nobeta Edaletê ya li Amedê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya meseleya kurd hat destpêkirin di roja 59'an de dewam dike. 
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi Nobeda Edealetê kirin.  
 
Çalakiya Nobeda Edaletê li Amedê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ve hat destpêkirin, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Rezana Amedê di roja 59'an de didome. Çalakvanên nobedê îro jî pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatî nivîsandin li xwe kirin û dest bi çalakiya xwe kirin.
 
Hevserokên DBP'ê, endamên wê, Hevserokên DEM Partiyê yên Farqînê serdana Nobeta Edaletê kirin. 
 
Di Nobeta Edaletê de stran hatin gotin, jinan lîrandin û dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin.