Ji Pira Ciwanên Şoreşger bang kirin: Bijî têkoşîna hevpar

  • 13:45 3 Sibat 2024
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Şandeya di nava Meşa Mezin a Azadiyê de cih digire serdana Pira Ciwanên Şoreşger ku Denîz Gezmîş û hevalên wî li ser Ava Zapê ya li Colemêrgê ava kirine, kirin. Meşvanan li vir peyaman, "Bijî têkoşîna me ya hevpar" dan. 
 
Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Wanê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, hatiye destpêkirin, ji Geverê bi çepik û tilîliyan ber bi Colemêrgê ve hate oxirkirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek nûnerên saziyên sivîl ên tevli meşê bûne, li pêşiya avahiyê DEM Partiya Geverê kom bûn. Meşvanên Azadiyê yên yek bi yek silav dane esnafan, ji vê derê bi çepik û diruşma “Bijî berxwedana zindanan” hatin oxirkirin. 
 
Meşvan ji hêla gel ve bi moral û coşeke mezin, bi silavdayîn û dirûşman tê pêşwazîkirin. Baskê meşê serdana Pira Ciwanên Şoreşger a Denîz Gezmîş û hevalên xwe, di sala 1969’an de li ser Ava Zapê çêkirine, kirin.  
 
Li vir axaftin hatin kirin û piştî axaftinan jî li ser pirê wêneyê bîranînê hat kişandin. Di nava axaftinan de peyama bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û peyama, "Bijî têkoşîna me ya hevpar" hat dayin. 
 
Meşvanên Azadiyê dê li navenda Colemêrgê bi gel re werin cem hev û ji wir jî berê xwe bidin Şirnexê. Tê payîn ku meşvan, dê serê sibehê bikevin rê.