Aktîvîsta ‘Meşa Azadiyê’: Em ê berpirsyariya xwe bi cih bînin

  • 09:16 2 Sibat 2024
  • Rojane
Rojda Aydin
 
WAN - Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz ku di 'Meşa Azadiyê' ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin de cih girt, destnîşan kir ku armanca komployê qûtkirina felsefeya Abdullah Ocalan a ji gel e û  got: “Divê em ramanên Birêz Ocalan bi gel û civakê re parve bikin. Baweriya me gelek mezin e. Bi vê baweriyê em ê berpirsyariya xwe bi cih bînin.”
 
Bi pêşengiya gelek sazî û rêxistinên girseyî yên demokratîk di navbera 1-15’ê sibatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan “Meşa Mezin a Azadiyê” duh li Wan û Qersê hat destpêkirin. Meşa ku ji du baskan dest pê tê, bi tevlîbûna 75 aktîvîstên mafên mirovan hat destpêkirin. Meşa ku li Wanê dest pê kir, ligel hemû astengiyan hat lidarxistin û govenda azadiyê hat gerandin. Meşa azadiyê bi biryariyek mezin didome.
 
Parlamentera Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê Saliha Aydenîz ku di nava meşê de cih digire, ji ajansa me re li ser tecrîdê û meşê axivî.  
 
‘Arman qûtkirina felsefeya Birêz Ocalan ji gel e’
 
Salihayê, anî ziman ku tecrît îro di şexsê Abdullah Ocalan de li ser tevahî cihanê belav bûye û got tecrîd tenê bi 35 mehên dawiyê nayê nirxandin. Saliha, destnîşan kir ku tecrît 25 sal in berdewam dike û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd bi komployek navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ji wê rojê heta îro qanûnên taybet ji bo Îmraliyê hatin derxistin. Li dijî Îmraliyê nêzîkatiyek taybet pêk hat. Li Îmraliyê şert û mercên tecrîdê her tim berdewam kirine. Armanca komployê qûtkirina felsefeya Birêz Ocalan a ji gel bû. Dema em li cihanê dinêrin seranserê  cihanê qeyranekî pir kûr heye.  Ev qeyran bandora xwe li ser Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê jî dike. Ev qeyran qeyrana pergala kapîtalîzmê ye. Pergala kapîtalîzm di nav qeyranek mezin de ye. Li ser neçareserkirinê, polîtîqayên şer û tunehesibandinê kapîtalîzm dixwaze xwe li ser nigan bihêle. Pêşniyareke ji bo çareseriyê ya Birêz Ocalan heye, hem ji bo Rojhilata Navîn hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo Kurdistanê.  Ev jî ji bo qeyrana pergala kapîtalîzmê alternafîtek û çareseriyeke. Birêz Ocalan pêşniyariyek şênber pêşkeş dike. Sedema komployê jî ji destpêkê heta îro tecrîtkirina vê felsefeyê ye. Birêz Ocalan aştiyek bi rûmet dixwest. Ji bo vê yekê tecrît 25 sal in berdewam dike. Bandora vê tecrîdê li ser tevahî civakê dibe.  Weke mînakek û labaratûvarek li Îmraliyê di kesayeta Birêz Ocalan vê tecrîdê dest pê kir û li hemû cihanê belav bû. Ji ber ku Birêz Ocalan kesek ne ji rêzê ye. Bi mîlyonan kesan Birêz Ocalan ji xwe re wek Rêber pênase kiriye.”
 
‘Desthilatdar rêbazên ku pêk neanî nema’
 
Saliha, da xuyakirin ku Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn pergaleke demokratîk, ekolojîk û parastina azadiya jinê pêş dixîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev pergal îro li Rojava tê sazkirin û ji hemû cihanê re jî hêviyek mezin pêş dixîne. Tecrît weke rejîmekê tê meşandin û ev yek bandorê li hemû civakê dike. Polîtîqayên qeyûmê nenaskirina vîna gelê Kurd e. Ger ku pirgirêka Gelê Kurd di bin rê û rêbazên demokrasiyê de bê çareserkirin ew ê wekhevî, demokrasî û aştiyek bi rûmet pêş bikeve. Lê belê desthilatdar berê xwe nadi vê yekê. Ne naskirina pirsgirêka kurd de ev pirsgirêk berdewam dikin û aliyekî wê ya dinê jî ne naskirina vîna Gelê Kurd e. Polîtîqayên qeyûm vê yekê didin nîşandan. Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê girtiyên ku di nava rewşeke de ne sûcê mirovahiyê pêk tê. Ji ber nêzîkatiya rêvebiriyên girtîgehan girtiyên siyasî di bin tecrîdek giran de ne. Girtiyên nexweş ku divê demildest bên berdan îro di girtîgehan de tên girtin. Girtîgeh vegûherîne malên îşkence û mirinê. Belê li Tirkiyeyê darvekirin tune ye. Lê belê bi zanebûn di girtîgehan de neberdana gittiyên nexweş darvekirine. Ev jî bi polîtîqayên tecrîdê re girêdayî ye. Neçareserkirina pirsgirêka kurd di bin ‘polîtîqayên ewlehiyê’ de dixwazin vê pirsgirêkê ji holê rabikin.  Ji ber vê yekê naskirina statû, ziman û vîna kurdan divê bê qebûlkirin. Pirsgirêka kurd divê bi rê û rêbazên demokrasiyê bê were çareserkirin. “
 
‘2013 û 2015’an de rêya çareseriyê vebû’
 
Saliha, bi lêv kir ku Komara Tirkiyeyê di nav rê û rêbazên demokrasiyê de ava nebûye û da xuyakirin ku nedemokratîkbûna Komara Tirkiyeyê pirsgirêka kurd zêdetir kurtir û mezintir dike. Saliha, destnîşan kir ku îro hemû qaden jiyanê di bin bandora polîtîqayên tecrîdê de ne û wiha axivî: “Em wek siyasetmedarên kurd, dostên kurdan û endamên saziyan em vê rewşê dibînin. Di pêvajoya 2013 û 2015’an em bi hev re jiyan. Pergala ku Birêz Ocalan pêşkeş dike îro li Rojava tê sazkirin û hemû cihan bi hêviyek mezin li wê derê dinêre. Baweriya me mezin e ku yê vê pirsgirêkê çareser bike û aştiyek bi rûmet  mayîn bike Birêz Ocalan e. Ji ber vê yekê hêviya me ji Birêz Ocalan gelek zêde heye. 2013 û 2015’an de me dît ku dema diyalog, rê û rêbazên demokrasiyê pêş dikeve aştiyek bi rûmet jî pêş dikeve. Ji ber vê yekê baweriya me gelek mezin e. Em wek siyasermedar û tevahî sazî me vê meşê li dar xist. Ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û gotinên wî li hemû cihê belav bibe îro ne bi tenê li Kurdistana bakûr û Tirkiyeyê, li tevahî cihanê çalakî hene. 9’ê Cotmehê de ji bo Rêberê Gelê Kurd meşa azadiyê hat destpêkirin. Her wiha bi hezaran parêzer, rewşenbîr û nivîskar ji bo Birêz Ocalan serlêdan kirin. Kesên ku felsefeya Birêz Ocalan fêm kirine, kesên ku gotin û sekna Birêz Ocalan fêm kirine dizanin ku ji bo qeyrana kapîtalîzmê çareserî fikr û ramanê Birêz Ocalan in. Kesên ku vê fêm kirine ji bo azadiya Birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd di nava çalakiyan de ne.”
 
‘Em ê berpirsyariya xwe bi cih bînin’
 
Saliha, bal kişand ser Meşa Mezin a Azadiyê ku li gel 75 aktîvîstên mafên mirovan dane destpêkirin û bi bîr xist ku dê meşa wan a ji 1’ê Sibahê dest pê kirine heta 15’ê Sibatê berdewam bike. Saliha, wiha domand: “Wekî ku hûn zanin 15’ê Sibatê salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Birêz Ocalan e. Ji bo vê yekê me li tevahiya bakûrê Kurdistanê ji du baksan ve wek Qers û Wanê dest bi meşa xwe kir. Meşa me wê heta Halfelî berdewam bike. Em ê her roj li bajarekî û navçeyekê bi gelên xwe re bên lgel hev.  Sedema li darxistina vê meşê ji bo çi azadiya Birêz Ocalan pêwîste û armanc fikr û ramanên Birêz Ocalan bi gel re parvekirin e. Armanca vê meşê wê bigihîje bi mîlyonan. Dibe ku hejmara me kêm be. Lê em ê ji bo mafên bi milyoanan bimeşin. Ji bo azadiya Birêz Ocalan bi mîlyonan îmze hatine komkirin. Pêwîste raya giştî û dewlet vê yekê bibîne. Ev desthilatdar û dewlet bi polîtîqayên tecrîdê qeyranê kûrtir dikin. Çareserî hev guhdarkirin e. Çareserî diyalog mezinkirin e. Çareserî rola Birêz Ocalan a di aştiyê de dîtin e. Em berpirsyariya xwe dibînin vê yekê. Baweriya me mezin e. Berpirsyariya me jî vê baweriyê, vê firk û ramanê belavkirin e. Em bi vê berpirsiyariyê derketine Em ê li Colemêrg, Şirnex, Mêrdîn, Amed û Rihayê vê meşa pêk binin. Lê daxwaza me ya azdiyê wê berdewam bike heta çareseriyê. Baweriya me gelek mezin e. Bi vê baweriyê em ê berpirsyariya xwe bi cih bînin.”