'Meşa Mezin a Azadiyê': Serkeftin ya kesên derketine rê ye

  • 14:11 1 Sibat 2024
  • Rojane
 
QERS - Bazkê "Meşa Mezin a Azadiyê" ya  Qersê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatibû destpêkirin, li kolanên bajêr bi dirûşmên "Bijî berxwedana Îmralî" dewam kir. peyama "Serketin ya kesên ku derketine rê ye" hat dayîn
 
Bazkê "Meşa Mezin a Azadiyê"ya Qersê ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest bi meşê kir. Piştî daxuyaniya çapemeniyê Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) Tulay Hatimogullari û Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat û girseya gel jî di nav de bi dirûşmeyan heta navenda bajêr meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî berxwedana Îmralî" û "Rayê xelasiyo, rayê şarano" hatin berzkirin û welatiyên derdorê jî piştgirî dan. Meşvanên ku li kolanê bi çepik û dirûşman hatin pêşwazîkirin, piştre ber bi avahiya bajêr ya DEM Partiyê ve ketin rê. Bi sedan kesên ku li wir kom bûn dirûşmên "Bijî Serok Apo" berz kirin, meşvanan armanca meşê ji gel re vegotin.
 
'Azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pirsgirêka me hemûyan e'
 
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek  axivî û got, “Pirsgirêka Kurd pirsgirêka statuyê ye. Berpirsiyariya me ye ku em azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan misoger bikin. Ev ne tercîha me ye, erka me ye. Serhildanê em anîne vê rojê. Divê em vî ruhî misoger bikin. Ger gel xwedî li azadiya xwe derkeve teqez wê bigihîje azadiya xwe. Serkeftin ya kesên ku derketine rê ye. Divê em vê coşê her roj mezin bikin û heta serkeftinê bimeşin. Em gel in û divê her kes ji bo azadiya xwe çi ji dest tê bike. Sîstem dixwaze me ji rojevên me dûr bixe. Ji bo vê jî tevî qirkirin û zextan  rojeva me birêz Ocalan e. Meşa me heta ku birêz Ocalan di şert û mercên azad de bi gel re hevdîtinê bike wê bidome. Roja hevdîtinê wê bibe roja azadiya me."