Ji 'Meşa Mezin a Azadiyê'ya Qersê: Dê ev meş deriyê aştiyê vebike

  • 11:57 1 Sibat 2024
  • Ramyarî
QERS - Bazkê "Meşa Mezin a Azadiyê" ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, dest bi meşê kir. Hevseroka Giştî ya DEM Pariyê  Tulay Hatimogullari got, "Ez bawer dikim ku ev meşa mezin wê deriyê aştiyê veke."
 
"Meşa Mezin a Azadiyê" ya Qersê ku wê 15 rojan bidome û ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevseokê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes beşdar bûn. Li salona ku daxuyanî ji bo çapemeniyê hat dayîn pankarta bi nivîsa: “Em di 1-15’ê Sibatê de ji bo azadiyê dimeşin û dem dema azadiyê” hate daliqandin û meşvanan  pêşmalkên bi nivîsa “Meşa azadiyê” li xwe kirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Parlamentera Partiya DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal ve hat dayîn.
 
Girîngiya kampanyayê
 
Piştî Newrozê Hevserokê MED TUHAD-FED Kerem Canpolat axivî û got, “Ev 3 meh in ji bo Birêz Ocalan kampanya hatiye destpêkirin. Demek dirêj e tu agahî ji Îmraliyê nayên. Em di wê baweriyê de ne ku pêwîste birêz Ocalan bi malbat, parêzer û civakê re hevdîtinê bike. Gotina birêz Öcalan a “Ez ê di hefteyekê de şer biqedînim” eşkere ye. Ji bo vê jî divê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin. Li girtîgehan grevên birçîbûnê dewam dikin û dayik jî di çalakiyê de ne. Li welêt xitimandineke mezin heye û sedema vê jî pirsgirêka Kurd e. Riya çareseriya pirsgirêka Kurd rakirina tecrîdê ye. Em ê di 15 rojan de tecrîdê vebêjin. Banga me ji gelê me re ye: aştî ji me hemûyan re pêwîst e. Ji bo vê divê em hemû destên xwe bidin hev. Bi gotina 'êdî bes e' em vê tecrîdê bişkînin. Ji bilî aştiyê tu çare nemaye û aştî bi rakirina tecrîdê pêkan e."
 
Destpêkirina ji Qersê watedar e'
 
Sekretera rêxistinkirinê ya Navenda Giştî ya DAD'ê Şukriye Ercan jî got, “Ji Qersê destpêkirina Meşa Azadiyê watedar e. Qers navenda jiyana hevbeş e, gel bi hezar salan bi hev re jiyane, her gel bi nasname, ziman û siyaseta xwe heye. Qers bajarekî girîng e. Bi taybetî ji bo Elewiyan îro yekemîn meha Sibatê ye.  Em ê hemû duayên xwe ji bo wekheviyê û aştiyê bikin. Ez bang li we dikim ku herkes vê meşê hembêz bike. Ev meş meşeke girîng e ku wê di dîroka Qersê de bê nivîsandin. Hefteya borî li Stenbolê li Dêra Santa Marîa ruhekî Elewî qetil kirin, duh jî li Stenbolê dema ku me nimêj dikir kesek hat kuştin. Heya ku zîhniyeta faşîst li vî welatî hebe, wê herî zêde Elewî, Kurd, bindest û yên din mexdûr bibin. Dema pêvajoya aştiyê li vî welatî dest pê kiribû biharê dest pê kiribû. Gel li çar aliyê welêt bi hev re bûn yek. Ev pêvajoya aştiyê û ev meş ji bo me Elewiyan gelekî girîng e. Em Elewî vê meşê li dijî îsrafkirina çavkaniyên xwe yên di şer de hembêz dikin. Ji bo ku tecrîd di zûtirîn demê de were rakirin û hemû girtiyên li girtîgehê demildest bên berdan, çi ji destê me bê em ê bikin. Ji ber ku Elewiyan bedelên herî giran ji bo zîhniyeta monîst dan, di dîrokê de baweriya wan hat qedexekirin û hatin qetilkirin. Eger kesek bêje aştî û doza aştiyê bike, divê pêşî Elewî li gel bin."
 
'Tecrîd li ser her kesî ye'
 
Piştre Hevserokê Mebya-Dera Mêrdînê Salîh Kuday axivî û got, “25 sal in tecrîd li ser Birêz Ocalan tê meşandin. Em vê tecrîdê hem ji bo bawerî hem jî ji bo gel qebûl nakin. Tecrîd, komkujî, mirin, daristan şewitandin e. Ev hemû bi tecrîdê ve girêdayî ne. Em naxwazin tu kes jiyana xwe ji dest bide. Lewma divê dayikên me bikevin nava liv û tevgerê. Em azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dixwazin. Tecrîd ne tenê li ser Kurdan, li herkesî hatiye ferzkirin. Ji ber ku tecrîd girantir bûye, li vî welatî faşîzm zêde bûye. Ji bo  mirov nemirin divê tecrîd rabe.Divê  gelên me piştgiriyê bidin."
 
'Bila mirov ji ber ziman û ola xwe zextê nebîne'
 
Mahmut Daniş ê li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) axivî wiha got:"Wateya îslamê aştî ye. Îslam sepana Kuranê ye. Îslam nayê wateya ku Kuranê bike alava siyasetê. Ev sepana ji derveyî îslamê ye. Ev tê wateya xapandina mirovan. Îslam mirovan ji hev cihê nake. Ger AKP dibêje em li ser navê îslamê hereket dikin wê demê bila were bi Kuranê re li hev bikin, aştiyê pêk bînin. Em dîsa dibêjin bila ji girtîgehan cenaze dernekeve, bila mirov ji ber ziman û ola xwe zextê nebîne."
 
Armanca ew e ku rê li ber azadiya fîzîkî vebe 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari wiha got:"Armanca bingehîn a vê meşê rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e.  Armanca ew e ku rê li ber azadiya fîzîkî vebe û pirsgirêka kurd bi rêya aştî û demokrasiyê bê çareserkirin. Loma jî divê deriyê Îmraliyê vebe. Ji bo vê yekê bi rojan e girtiyên li girtîgehan tên girtin ketine greva birçîbûnê. Li derve jî dayik Nobetên Edaletê digirin. Di nava şerê çil salî de dîsa gelê kurd her tim destê aştiyê dirêj kir. Dayikên kurd tevî hemû bedelên hatine dayin jî dîsa jî destên aştiyê dirêj kirin. Lê belê her carê îktidaran bi tonk, top, SÎHA, ÎHA'yan hêsir û xwîn rijandin û wiha bersiva destên aştiyê yên hatin dirêjkirin, dan. Îro wateyeke girîng a destpêkirina vê meşa ji Qersê heye. Qersê ji bawerî û gelên cuda re malovantî kiriye. Bajarekî bi qîmet e. Loma jî destpêkirina meşê ya ji Qersê girîng e. "
 
'Pirgirêka kurd pirsgirêka statuyê ye'
 
Tulayê da zanîn pirgirêka kurd pirsgirêka statuyê ye û wiha got:"Îro neçareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêya aştî û demokrasiyê dibe sedem ku demokrasî pêk neyê. Ger îro pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bihata çareserkirin wê demê di nava gelan de şer çênedibû û kuştin çênedibû. Li Santa Maria'yê DAÎŞ'ê bi awayekî rehet nikaribû welatiyekî elewî qetil bikira. Gel dixwaze bi hev re bijî lê belê desthilatdarên heyî û îktidarên dixwazin paldanka xwe zexm bikin dixwazin pirsgirêka kurd dewam bike û pevçûn çêbibe. Dixwazin cenazeyên ciwanên kurd û leşkeran bên vî welatî. Lê belê dayikên kurd jî û dayikên tirk jî dixwazin ev pevçûn bi dawî bibe. Kes dengê gel nabihîse. Yek ji armanca vê meşê jî ew e ku ji bo vê birîna civakê çareseriyeke radîkal bê dîtin. Em wekî DEM Partiyê piştgiriya xwe didin vê meşê. "
 
Divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin
 
Tulayê bang li gelan kir û wiha pê de çû:"Em li vir bang ki her kesên demokrasiyê diparêzin, dikin. Dema pirgirêka kurd çareser bibe wê demê dê çareseriya şerên li Rojhilata Navîn jî bê dîtin. Çareseriya pirsgirêka kurd wê me li dijî pirsgirêkan bi hêz bike. Em bang dikin û dibêjin werin em deriyê muzakereyê vekin. Werin em deriyê aştiyê û diyalogê vekin. Em li vir bang li CPT'yê jî dikin. Divê ji bo tecrîda li Îmraliyê hîn bêtir gav bên avêtin. Ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe divê bi rol û mîsyoneke hîn xurt tevgerek derkeve pêş. Li vir peywirên mezin dikevin ser milê xwe hemûyan. Bila rêya me vekirîbe. "
 
Piştî daxuyaniya çapemeniyê meşê dest pê kir.