Li Wanê 'Meşa Mezin a Azadiyê' dest pê kir

  • 10:27 1 Sibat 2024
  • Rojane
WAN - Li Wanê ji bo "Meşa mezin a azadiyê" ku bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk tê lidarxistin, daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku bi tecrîdê re Kurdistan û Rojhilata Navîn di tarîtiyê de hatiye hîştin û gotin ew ê bi vê meşê çûrîska azadiyê pêxin.
 
Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên demokratîk, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çaresekirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, îro li Wan û Qersê dest bi “Meşa mezin a azadiyê” dikin. Meş dê heta 15’ê Sibatê bidome. Baskê meşê yê Wanê piştî daxuyaniya ku hat dayîn dest pê kir. Daxuyanî, li hotêleke Wanê hat dayîn. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl jî di daxuyaniyê de cih girtin. Li eywana otelê pankarta “Ji bo azadiyê dimeşin, dem dema azadiyê ye” hat daliqandin. Daxuyanî ji hêla parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Zekî Îrmez ve hat xwendin.
 
'Tecrîd belawî tevahiya civakê bûye'
 
Zekî, anî ziman ku polîtîkayên tecrîda mutleq û bêpeymaniyê ku li Girtîgeha Girava Îmraliyê li dijî Abdullah Ocalan bi awayekî nehiqûqî tê meşandin, mafê Gelê Kurd ê demokrasî û azadiyê, gelên Tirkiyeyê yên aştiyê û gelên Rojhilata Navîn bi hev re bijîn hedef digire. Zekî, bi lêv kir ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê ku bi israr tê xwestin bê zindîkirin, tenê bi Îmraliyê re sînordar namîne, tevahiya erdnîgariyê dorpêç kiriye û pêşeroja hevpar a gelan sabote dike. Zekî, wiha domand: “Edalet, lêgerîna maf û daxwazên demokratîk hemû di bin tecrîdê de ne. Divê hemû raya giştî bizane ku pergala Îmraliyê xala destpêkê ya rejîma bêhiqûqiyê ye ku li welat belav bûye. Ger tecrîda ku civak û welat koletiyê kiriye, ji Îmraliyê dest pê dike belav bibe, rêya ku Tirkiye bi hawîrdor û siberojeke azad, demokratîk, aştiyane, dadmendî bijî, şikandina tecrîda Îmraliyê û vekirina rêya mezin a azadiyê ye.”
 
‘Jiyana ku di bin tarîtiya tecrîdê de hatiye ferzkirin’
 
Zekî, destnîşan kir ku ew bi biryar û vînin ku heta dawiyê li dijî hemû êrîşên ku hemû jiyanê dikin hedef, têkoşîna xwe ya demokratîk û berxwedana demokratîk berfireh bikin û wiha axivî: “Em ê ji Îmraliyê dest pê bikin û bi armanca azadiya tevahî welat heta dawiyê bi gavên biryardar bimeşin. Bi vê armancê em îro dest bi Meşa Mezin a Azadiyê dikin. Em ê bi Meşa Azadiyê re bersiva herî xurt bidin tarîtiya tecrîda li ser gelan. Ji ber ku ne Gelê Kurd û ne jî gelên Tirkiyeyê jiyaneke di bin tarîtiya tecrîdê de hatiye ferzkirin tu carî qebûl nakin û em ê jî qebûl nekin. Divê her kes bi zelalî bibîne ku dixwaze me, kedkarên me, jin, ciwan, hemû beşên civakî ji ber tecrîda ku veguherî rejîma rêvebirina welat bê bêhn û bindest bihêlin. Ji ber ku Tirkiye êdî bûye Îmraliyê; Kurdistan bûye Îmralî! Qefleya deriyê Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê xist. Mifte li pêşeroja demokratîk xistine. Tevahiya welat di qefilandinê de ye. Encama vê jî windakirina jiyan û êşên ku weke welat tê jiyîn. Tarîtiya bêhiqûqiyê, OHAL, qeyûm û KHK darbe ne. Avakirina mafya û çeteyan e."
 
'Em ê vê meşê bigihînin encameke dîrokî'
 
Zekî, da zanîn ku aqilê neçareseriyê ku difikire wê pirsgirêka Kurd li Îmraliyê bixe zindanê û bi polîtîkaya xwe ya tecrîdê bide jibîrkirin û wiha bi lêv kir: "Tirkiye kişandiye nava krîzên mezin, hilweşîn û rizandinê. Pirsgirêk mezin dibe û di holê de sekinî. Çareserî her roj xwe ferz dike. Em dest bi 'Meşa mezin a azadiyê' dikin ku li Îmraliyê mûma yekemîn a li hemberî vê talûkeyê vêxin û welat ber bi rojên ronî ve bibin. Yên ku bi rakirina tecrîda mutleq aştiyê bînin welat û herêmê em in. Gelê Kurd, beşên şoreşger û demokratîk ên Tirkiyeyê; bi têkoşîna hevpar a elewî, ciwan, jin û kedkaran, em dikarin polîtîkayên tecrîda mutleq û nebûna têkiliyê têk bibin. Riya şikandina tecrîda mutleq bi têkoşîna hevpar e. Di vê çarçoveyê de em ê bi Meşa Mezin a Azadiyê re îflasa polîtîkayên tecrîda mutleq ragihînin. Em ê bajar bi bajar, tax bi tax, qad bi qad bimeşin û em ê vê meşê bigihînin encameke dîrokî.”
 
‘Pirsgirêka kurd çareser nebe dê bi vî rengî berdewam bike’
 
Hevserokê Giştî yê DEM PartîTuncer Bakirhan jî da xuyakirin ku heya ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê ev kaos berdewam bike. Tuncer, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema kêmbûna nan, sifre û çayê li Tirkiyê, bi taybetî jî pirsgirêkên aborî û sedema berdewamiya vê sîstema gemarî jî çaresernekirina pirsgirêka kurd e. Pirsgirêka kurd hema hema di heman temenê komarê de ye, mixabin di sedsala yekem de pirsgirêka kurd bi red, înkar û çewisandinê re xwestin çareser bikin. Hema bêje 40 salên destpêkê yên komarê bi serhildanan, çaryeka dawî ya sedsalê jî bi polîtîkayên tecrîdê derbas bû. Niha divê em li paş xwe binêrin û bipirsin; çareseriya pirsgirêka kurd çi tîne serê gelên Tirkiyeyê, karker, feqîr, kurd û tevahiya Tirkiyeyê. Em hemû bi hev re temaşe dikin. Em bi rengekî desthilatdariyê re rû bi rû ne, ku hem li hundir hem jî li derve îtîbara xwe winda kiriye, li hundir qeyraneke giran a aborî heye, demokrasî û azadî hatine rawestandin, her diçe antîdemokratîk e, jin tune ye, li wir kurd nînin, elewî û kedkar nayên hesibandin. Heya ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê bi vî rengî berdewam bike.”
 
‘Ev çûrisk ji hemû cihanê re bibe ronahî’
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskin Bayindir jî di daxuyaniyê de wiha axivî: "Belê em îro dest bi meşa azadiyê dikin. Heya 15’ê Sibatê li bajar û bajarokên Kurdistanê dê ev meş bidome. Em ê vê helwesta xwe dilgermiya xwe bigihînin gelê xwe. Îro li Rojhilata Navîn û Kurdistanê dorpêçkirineke mezin û fireh li hemberî çareseriyê hatiye pêkanîn. Em di vê meşê de 37-38 kes in lê heza mezin e. Bi deh hezaran sed hezaran bi milyonan kesên ku aştiyeke birûmet dixwazin dilê wan bi me re ye. Em pêşengtiya meşa azadiyê dikin em pêşengiya aştiyê dikin. Îro hevalên ku beşdarê vê meşê bûne, wekî ku tîrek ji kevanê derketiye, ev tîra azadiyê ji kevanê derketiye em hêvîdarin ku gelê me bi hezek mezin xwedê li vê meşê derkeve. Ev meş dê bigihije armanca xwe."
 
'Em ê bi ser kevin'
 
Keskîn, da zanîn ku armanca vê meşê ne tenê ji bo gelê mafên kurd e, gelên bindest e, gelên demokrat û aştî xwaze, ji bo Rojhilata Navin e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em vê çirûskê îro bi vê meşê pêdixin û em hêvîdarin ku ev çirûsk dê him ji Kurdistanê re û Rojhilata Navîn re bibe ronahiyek mezin ku em di pêşerojê de rojên azad bijîn. Hêviya me ji gelê me heye ji dostê me heye bila vê meşê bişopîne bi aweyek piştgirî bide vê meşê. Li çar aliyê Kurdistanê, li Ewropayê û hemû deveran em hêvîdarin ku gelê me vê meşê bişopîne û piştgiriyek mezin bide. Dê gelê me vê dilgermiyê li her aliyê bela bike. Ji hemû hevalan re serkeftin be. Em hevîdarin ev meşa me bigihije armanca û tecrîda giran bê şikandin. Em ê bi vê meşê şert û mercên azadiya fizikî ji bo Ocalan pêkbînin. Em xwedî îrade ne, heya ku ev îradeya me hebe em ê bi ser kevin.”
 
‘Mifte li Îmraliyê ye’
 
Hevseroka Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) a Wanê Hanim Kaya jî got tecrît ne tenê li hemberî Abdullah Ocalan e, li ser tevahî Gelê Kurd tê meşandin û wiha dom kir: “Li ser ciwan, jin û hemû gelan e. Divê tecrîda li ser Îmraliyê rabikin û ev mifteya azadiyê jî li Îmraliyê ye. Em di wê baweriyê de ne ku bi vê meşê em ê tecrîdê bişkinin û armanca xwe pêk bînin.”
 
‘Ev meş gelek girîng e’
 
Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED)  Emîne Kaya jî bi lêv kir ku ji bo tecrît bê şikandin wê tecrîda li ser hemû gelan jî bê şikandin. Îro bi dehan girtî di girtîgehan de nexweşin. Îro edalet li Tirkiyeyê tuneye. Ji ber vê yekê ev meş gelekê girîng e. Êdî tiştekê tuneye ku em winda bikin. Ji bo meş bigihîje armanca xwe divê gelê me piştgiriya vê meşê bikin. Ji bo tecrît bê şikandin divê meş bigihîje armanca xwe. Hêviya me ew e ku dê armanca me di vê 15 rojê de pêk bê.”
 
Piştî daxuyaniyê şandeya berê xwe da girseya ku li Parka Mûsa Anter kom bûyî. Piştre dê "Meşa mezin a azadiyê" dest pê bike.