'Em nêzî serkeftinê ne!'

  • 09:07 1 Sibat 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Siyasetmedarên jin û jinên ku piştevaniya çalakiya Nobeda Edaletê dikin, diyar kirin ku hem li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hem jî li hember Gelê Kurd tecrîdek heye û gotin: “Ji bo tecrîd bê şikandin çi ji destê me bê em ê bikin. Em paşve gavê navêjin û em nêzî serkeftinê ne." 
 
35 mehe agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sale li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye, nayê girtin. Tecrîdê bandor li ser hemû girtîgehan kiriye, rewşa girtiyên nexweş her diçe giran dibe, her wiha girtiyên cezayê wan qedyane, bi awayekî kêfî înfaza wan tê şewitandin, tahliye tê taloqkirin. Komîsyoan Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan(ÎHD) ya Stenbolê 23’yê Çile de rapora binpêkirina mafan a sê meha weşadn û got di 2023’yan de bi giştî hezar û 596 binpêkirin hatine jiyîn.
 
Siyasetmedar û jinên piştgirî dan Nobeta Edaletê der barê polîtîkayên tecrîdê de ji JINNEWS’ê re axivîn.
 
Li dijî tecrîdê dest ji têkoşînê bernadin
 
Zekiye Ayik ya piştgirî da Nobetên Edaletê diyar kir ku desthilatdarî tecrîdê hem li Rêberê PKK’ê hem jî li Gelê Kurd pêk tîne û wiha vegot: “35 meh in agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Di vî alî de em hemû xemgînin. Divê ev tecrîd bidawîbe, azadiya fîzîkî pêk bê. Heta ev dijhiqûqî bidawî nebe  wê ji têkoşînê jî şûnde gav neyê avêtin. Ji bo tecrîd bê şikandin çi ji destê me bê em ê bikin. Gelo bi çi armancê tecrîd pêk tê. Divê civak vê baş fêm bike. Di hiqûqê de cihê tecrîdê tuneye. Divê em di vî alî de deng bilind bikin.”
 
Binpêkirina maf bidawî nabe!
 
Zekiyeyê daxuyan ku divê hemû civak piştgiriyê bide têkoşîna ku Gelê Kurd dimeşîne û wiha dirêjî daye: “Ev pirsgisrêka her kesî ye. Ez banga têkoşîna hevpar dikim. Li girtîgeha çi dibe. Em nizanin. Gelek binpêkirinên maf tên jiyîn. Tenê em tiştên dibihîzin dizanin. Li girtîgehan bi dehan girtiyên nexweş hene. Nayên dermankirin, tahliyekirin. Girtî tên qetilkirin. Her kes vê dizane.”
 
Her roj di Nobeta Edaletê de ye
 
Zekiyeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku piştgiriyê dide Nobeta Edaletê û wiha vegot: “Li dijî hemû pêkanînên dewletê çalakiya me didome. Wê bidome. Divê em hemû ligel dayikan cih bigirin. Ez ne xizma girtî me Lê ez bi armanca piştgiriyê li vir im. Her roj têm bi dayikan re nobetê digirim. Bila kes nemire. Em neçarin deng bidin dengê wan. Kesên deng nadin vê dijhiqûqiyê divê wijdana xwe lêpirsîn bikin. Divê her kes dengê xwe bilind bike, gavekê bavêje.”
 
‘Em nêzî serkeftinê ne’
 
Hevseroka Sancaktepe ya  DEM Partiyê,  Ayşe Çîftçî jî di axaftina xwe de diyar kir ku daxwazên girtiyan mafdar in û wiha pê de çû: “Em şewitandina înfazên hevalên xwe şermezar dikin. Ev ne raste. Divê edalet demildest bê cih. Ev ne ahlaqiye. Ji girtîgehan cenazeyên girtiyan derdikevin. Ya ku dewlet dike dijminahiye. Divê gel bertek nîşan bide, gelê hemû ligel hev bin. Ev daxwaza dayikan û girtiyane. Di vê pêvajoyê de divê em jî pewyira xwe bînin cih. Em nêzî serkeftinê ne. Divê em wêrek bin û dest ji têkoşîna xwe bernedin. Bila dest ji siyaseta qirêj ya li ser kurdan berdin. Gelê Kurd êdî şûnde gavê navêje.”