‘Wezîrê dadê ji daxwaza aştiyê ya dayikan reviya’

  • 09:04 1 Sibat 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Dayika Aştiyê Kadriye Oguz ku ji Nobeta Edaletê derket û hat Enqereyê derbarê ku Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê qebûl nekiriye de axivî û got: “Em aştiyê dixwazin ew şer. Em edaletê dixwazin ew direvin. Wezareta dadê ji me reviya. Em dizanin ku ew li vir e. Lê wezîrê dadê ji dayikan reviya.”
 
Dayikên li gelek cihî Nobeta Edaletê didomînin rojek berê li Enqereyê bûn. Dayik ewilî çûn Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Jinên tevli civîna Koma Parlamentoyê ya Jinan a Dem Partiyê bûn, ji ber ku Wezareta Dadê daxwaza wan ya ziyarete qebûl nekir, piştî civîna komê şûnde li ber Deriyê Çapemeniyê ya Meclîsê daxuyanî dan.
 
‘Bila zext û tecrîd bidawî be’
 
Şemse Bagdu ya ji Nobeta Edaletê derket û hat Enqereyê diyar kir ku eziyetê di rê de li wan hatiye kirin neqediyaye û wesayîtên wan hatine lêgerînkirin, hatine zincîrkirin. Şemse wiha anî ziman: “Em ji bo Abdullah Ocalan çûn Enqereyê. Em ji bo serokatî û girtiyên xwe li vir in. Bi mehane em ji bo edaletê rûdinin. Em dengê xwe bilind dikin. Çi dikin bila bikin em dayik wê li ser piya bin. Kes nikare me bitirsîne. Em ligel serokatiya xwene û aştiyê dixwazin. Serokatiya me azad nebe em yek azad nabin. Bila zextên li ser serokatiya me bidawî be.”
 
Ji bo dayikan bang
 
Şemse di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Leşkeran vê zivistanê dişînin şer. Jiyan axwe ji dest didin. Ez bang li dayikên wan dikim. Bila bên tevli me bibin. Destê aştiyê dirêj bikin. Ev şer wê heta ku derê bidome. Ev tecrîd heta ranebe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Wezîr ji me reviya
 
Kadiye Oguz ya ji nobeta Mersînê hatiye jî destnîşan kir ku ji bo aştî pêk bê û xwîn raweste  dayik derketine rê û wiha dirêjî daye: “Serokatiya me rêberê 40 mîlyonî ye. Îro di bin tecrîdek giran de ye. Li Tirkiyeyê edalet nemaye. Em aştiyê dixwazin ew ji edaletê direvin. Em dizanin ku wezîr ji bo bi me re hevdîtinê neke direve. Em dizanin li vir e. Ji dayikan reviya. Çima ji aştî û azadiyê direvin.”
 
‘Serokatiya me bidin me’
 
Kadiyeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dayik in, dile me kezeba me dişewite. Em serokatiya xwe dixwazin. Em azadiya zarokên xwe dixwazin. Lîderê me Ocalan e. Mifteya aştiyê Abdullah Ocalan e. Bila aştî bê vî welatî. Bila canê kesî neşewite.”