'CHP piştî hilbijartinan kurdan jibîr dike'

  • 09:03 1 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
Nazlican Nûjin Yildiz
 
ÎZMÎR - Jinên li taxa Çîmentepe a Konak a Îzmîrê dijîn diyar kirin ku ew dixwazin DEM Partî bikeve hilbijartinan û gotin ger tifaqê bikin jî bila ev tifaq gelan û kurdan bihewînin.
 
Ber bi hilbijartinên herêmî me mîkrofonên xwe dirêjî jinan kirin. Li taxa Çîmentepe a Konak a Îzmîrê ku piranî kurd lê dijîn, jinan pirsên me yên der barê hilbijartinê de bersivandin. Jinan diyar kirin ku divê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Îzmîrê namzetên xwe derxînin û got CHP dema hilbijartinan de dengan dixwaze, piştî hilbijartinan kurdan ji bîr dikin. Jinan destnîşan kir ku di rewşa tifaq bê kirin de divê di tifaqê de nebaşî tunebe û gotin ew dixwazin di şaredariyan de ji kurdan re qad bê vekirin, qursên kurdî bên vekirin.
 
Jinan derbarê bihlijartina herêmî de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn.
 
Sadiye Arslan daxuyakirin ku nirxa kurdan nayê zanîn, aştiyê dixwazin, nirx, hezkirinê dixwazin û wiha pê de çû: “DEM Partî û CHP tifaqê bike jî divê di wê tifaqê de nebaşî tunebe. Divê îxanet tunebe. Dijminahî û şer tunebe. Divê em bibin dostên hev, destên hev bigirin. Em ji hev re baş bin.”
 
'CHP piştî hilbijartinan kurdan jibîr dike'
 
Sadiyeyê diyar kir ku ger li Îzmîrê tifaqeq bê kirin jî divê jin û kurdan bihewîne û wiha domand: “Bila dengê me bibîhizin. Em vê dixwazin. Bila jinên kurd her tim serbilind bin. Em dengên xwe didin wan, ew me jibîr dikin û bila wisa nabe. CHP dema hilbijartinê tê ji kurdan dengan dixwaze, piştî hilbijartinê tiştekî nake, kurdan jibîr dike. Di serî de çawa ne bila  wisa bidomînin.”
 
‘Bila DEM Partî bikeve hilbijartinê’
 
Asya Dogan jî daxuyakirin ku jinên kurd dixwazin li Îzmîrê partiya wan bikeve hilbijartinê, dixwazin kurd di hilbijartinan de bên temsîlkirin. Asyayê wiha nirxandin kir: “Em dixwazin biserkevin. Ez li Îzmîrê dixwazim partiya min bikeve hilbijartinê. Em bikevin hilbijartinê wê kurd dengên xwe bidin xwe. Lê wisa nebe wê bidin CHP’ê. Wisa bibe jî em dixwazin şaredarî qursa ziman veke.”
 
'Kurd dixwaze azad tevbigerin'
 
Jina bi navê Zubeyde Akinci jî wiha vegot: “Em mafên xwe dixwazin. Kurd li cihên dijîn dixwazin azad tevbigerin. Cihê ku kurd lê dijîn ne wek cihên din in. Newekhevî heye. DEM Partî namzet derxe em ê dengên xwer bidin partiya xwe. Em ê dengê xwe bidin xwe.”
 
Şukran Ay jî destnîşan kir ku DEM Partî namzet derxe wê denga xwe bide DEM Partiyê û wiha dawî lê anî: “Ma ka dil tiştekî din dikare bêje? Zimanê me li vir e. Ji dil derbas dibe. Em kurd in, dilê me ji me vê dixwaze, kes naxwaze. Em dixwazin şaredarî li vir qursên kurdî vebike.”
 
‘Yek qurseke kurdî tuneye’
 
Xwendekar Nazdar Dag jî anî ziman ku ew dixwazin şaredarî ji bo kurdan qadê vebike û wiha domand: “Ez wek ciwanek kurd, ji ber Tirkiye mezin  bûye min kurdî jibîr kiriye. Ez qursên kurdî dixwazim. Ji ber em nikarin zimanê xwe biaxivin. Der barê zimanê me de yek qursek tuneye. Hemû Tirkiye. Mafên me jî hene. Divê hinek li taxên kurdan binêrin, bala xwe bidinê. Em dixwazin taxa me paqij be, ji bo ciwanan qada çand, huner û sporê bê vekirin.”