Reyhan ji bo serbest berdana dayika xwe ya nexweş bang kir

  • 09:02 1 Sibat 2024
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
WAN - Hanîfe Arslan a ku piştî di sala 1999’an de kurê wê ji aliyên kesên ne diyar ve tê qetilkirin şûnde dest bi têkoşînê dike, ji bo jiyanek azad û aştiyane di nav têkoşînê de cih digire. Hanîfe ya du carin tê girtin, ligel nexweşiyên xwe jî nayê berdan. Keça wê Reyhan Oren diyar kir ku beriya ku rewşa wê xirab bibe em daxwaza berdana wê dikin.
 
Hanîfe Arslan a 76 salî, tevî temenê xwe yê mezin û pirsgirêkên tenduristiyê yên giran nayê berdan. Hanîfe li Girtîgeha Tîpa T a Wanê du sal in girtî ye. Hanîfe nexweşiyên wek KOAH, mîde û tansiyona bilind pê re heye. Hanîfe ji ber nexweşiya çokên xwe nikare bi rehetî bimeşe, ligel ev qas nexweşiyan Saziya Tipa Edlî (ATK) rapora “dikare girtîgehê de bimîne” da. Hanîfe herî dawî di 1 û 3’yê çileyê de nexweş ketibû û rakiribûn nexweşxaneyê. Hanîfe ya ku rakirin nexweşxaneyê ji ber ku nikaribû bimeşe kursiya bi teker xwestiye, ji aliyê gardiyanan ve gefa, “Eger tu careke din bibêjî kursiya bi teker, em ê bêyî ku te bibin cem bijîşk, careke din te bibin girtîgehê” lê hatibû xwarin. 
 
Di sala 1999’an de Hanîfe dest bi têkoşînê dike. Kurê Hanîfe, Lokman Arslan ku di sala 1999’an de di nava xebatên siyasî de cih digirt, ji aliyê desthilatdariyê ve gef lê hatiye xwarin. Di 15’ê Adara 1999’an de Lokman ku wê biçûya Stenbolê ji aliyê kesên ne diyar ve di erebeyê de tê qetilkirin û piştre wek “qeza” hatiye nîşandan. Hanîfe piştî kurê wê hat qetilkirin şûnde ji bo kujerên kurê xwe û hevalê wî bibîne dest bi têkoşînê dike û tevlî xebatên Dayikên Aştiyê dibe. 
 
Êriş û zextên li ser Hanîfe û malbata wê tim berdewam dikir. Hanîfe cara ewilî di sala 2007’an de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” tê girtin. Hanîfe ku di girtîgehên Colemêrg û Bedlîsê de dimîne, piştî 11 mehan tê berdan. Di heman demê de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 6 sla û 3 meh cezayê girtîgehê lê tê birîn û di sala 2021’ê de cezayê wê tê erêkirin. Li ser vê yekê di sala 2022’yan de carekedin tê girtin.
 
Keça Hanîfe, Reyhan Oren derbarê rewşa dayika xwe de ji ajansa me re axivî.
 
‘Ji bo kurê xwe tevlî têkoşînê bû’
 
Reyhan, destnîşan kir ku di sala 1999’an de kiryarên nediyar ku gelek zêde bûn birayê wê Lokman Arslan ji aliyê kesên ne diyar ve hatiye qetikirin û wiha got: “Şev saet dora 2’yan bavê min digerin û dibêjin ‘Kurê we navbera Bolû-Duzceyê de qeza kiriye’. Di rapora otopsiyê de hatibû nivîsandin ku 20 deqe beriya qezayê hatiye kuştin. Lê me zanibû birayê min qeza nekiriye. Ji ber ku ji me re gotibû. Ev jî diyar bû ku bûyerek kiryarê wê nediyare ye. Dayika min ji vê yekê gelek bi bandor bû. Ji bo vê yekê bi biryariyek mezin tevlî xebatan bû. Piştî birayê min hat qetilkirin şûnde dawiya meha nîsanê de jî hevalê birayê min Celal li Deriyê Sînor a Îranê ku li Esendereyê ye hat qetilkirin û ew jî wek qezayê hat diyarkirin. Navbera qetilkirina herdu yan de nêzî meh û nîvek hebû. Dayika min ji bo kiryarên wan bên dîtin têkoşînê dida. Lê belê hîn kiryarên wan nehatiye dîtin.”
 
‘Gelek nexweşiyên wê hene’
 
Reyhan, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa dayika xwe: "Di sala 2007’an de bi îdîaya cihê leşkeran gotiye hat girtin û 11 mehan di girtîgehê de ma. 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn û di sala 2022’yan de carek din hat girtin. Gelek nexweşiyên dayika min hene. Nexweşiyên wên yên wek dil, mîde, gasrît, tansiyona bilind, astim, KOAH heye. Her wiha ji ber şîlaviya çokên dayika min kêm bûye pêwîste emeliyet bibe. Ji ber çokên xwe nikare zêde rûne, rabe û bigere. Divê dayika min bê berdan û ji bo ku bê tedawîkirin. Ji bo bê berdan me gelek serlêdan kirin."
 
‘Çima girtî nayên berdan?’
 
Reyhan, bi lêv kir ku ew di 29’ê Çileyê de çûye hevdîtina dayika xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rewşa wê zêde nebaş e. Digot hemû hestiyên bedena wê diêşê. Rewşa wê her ku diçe ber bi xirabiyê ve diçe. Beriya ku rewşa wê xirap bibe, em dixwazin dayika xwe zindî ji wir bigirin. Ev jî mafê me yê herî xwezayî ye. Gelek girtiyên wek dayika min nexweşin di girtîgehan de tên girtin. Çima ev girtiyên nexweş di girtîgehan de tên girtin? Dema ku kesên wek dayîka min di girtîgehê de ne em çawa dikarin behsa xwîşk û biratiyê bikin. Dema bêjin em bi kurdan re xwîşk û bira ne. Ma qey xwîşk û biratî wiha ye? Lê xwîşk û biratiya me tuneye.”