'Divê em ji bo azadiya Ocalan têbikoşin'

  • 16:15 31 Çile 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Stenbolê 50 roj in didome û di çalakiya îro de banga xwedî li derketina Abdullah Ocalan hat kirin. 
 
35 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi grevên birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edealetê kirin.  
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Stenbolê bi pêşengiya xizmên girtiyan û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a  Marmarayê (MATUHAYDER) ve pêk tê. Çalakî li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Esenyurtê di roja 49'an de didome. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo jiyaneke azad tecrîdê têk bibin û bibin dengê zindanan", "Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Çalakvan pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovatiyê ye" li xwe kirin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” berzkirin. 
 
ANYAKAY-DER, nûnerên CHP'ê yên Esenyurtê, Rêxistina DEM Partiyê ya Esenler, Beylikduzu û Başakşehirê û gelek welatî tevli çalakiyê bûn. 
 
Di çalakiyê de hat gotin tecrîdeke giran li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalah heye û hat gotin:"Divê em ji bo azadiya 'Ocalan' têbikoşin."