Di nobeda Edaletê de banga berxwedanê hat kirin

  • 15:39 31 Çile 2024
  • Rojane
 
WAN - Nobeda Edaletê li Wanê di roja 58'an de dewam dike. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin dê têkoşîn û berxwedan bidome.
 
Li Wanê çalakiya Nobeda Edaletê ku di çarloveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" hatibû destpêkirin bi pêşengiya Komeleya Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUHAY -DER) û malbatên girtiyan hat destpêkirin di roja 58'an de dewam dike. Çalakiya ku li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê hat destpêkirin, ji aliyê Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman (Arsîsa), rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Bêgirî û Tuşbayê û gelek kesî ve hat ziyaretkirin.
 
'Tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye' 
 
Namzeda Hevşaredariyê ya Tuşbayê Hanim Akkoş, diyar kir ku greva birçîbûnê li girtîgehan di roja 66'an de dewam dike û ev tişt got, "Tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bûye. Em piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya girtiyan û dixwazin ku daxwazên wan demildest bên qebûlkirin."
 
'Em ê têkoşîna xwe mezin bikin'
 
Rêveberê Arsîsayê Faysal Yacan jî diyar kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan ewê têkoşînê bidomînin û wiha berdewam kir, "Em şert û mercên girtîgehê dizanin, Em bi dilê xwe bi girtiyên di grevê de re ne. Em hêvî dikin ku berxwdana me bigihîje armanca xwe."
 
'Rojên xweş nêz in'
 
Hevserokê HDP'ê yê Wanê yê berê Yakup Ataş jî got, "Divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û em daxwz dikin ku çalakiya girtiyan jî serkeftî bi encam bibe. Em dibêjin ku rojên xweş nêz in."
 
Çalakiya nobedê bi dirûşma, "Bijî berxwedana zindanan" û "Ji tecrîdê re na aştî hema niha" berdewam kir.