Di Nobeta Edaletê de banga tevlibûna meşê

  • 15:16 31 Çile 2024
  • Rojane
 
AMED - Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Amedê daye destpêkirin di roja 55’an de berdewam dike. Di Nobeta Edaletê de banga tevlibûna meşê hat kirin. 
 
Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Amedê daye destpêkirin di roja 55’an de berdewam dike. Nobet, li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê tê domandin û li eywana çalakiyê pankarta “Ji dayikên lehengan hezar silav ji bo zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişikînin û jiyana azad ava bikin” hatibû daliqandin. Çalakvanan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. 
 
Ximzên girtiyan û nûnerên partiyên siyasî ji Xarpêt û Amedê hatin serdana Nobetên Edaletê. 
 
Di çalakiyê de banga tevlibûna meşa "Ber bi meşa mezin a azadiyê" ve hat kirin.