Ji bo Dîcleyê bang: Em ê rojnamegeriyê biparêzin

  • 09:05 31 Çile 2024
  • Rojane
 
AMED - Rojnamegerên jin derbarê taloqkirina rûniştina hevpîşeya xwe rojnameger Dîcle Muftuoglu de axivî û diyar kirin ku ji ber nasnameya kurd û jine, tahliyeya wê hatiye taloqkirin. Rojnamegeran banga parastina rojnamegeriyê kirin.
 
Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê ku 9 mehe girtiye,  runiştina wê di 7’ê Kanûna 2023’yan û 18’ê Çile de jî li 5’emîn Dadgeha Ceza Giran a Amedê hatibû dîtin. Dîcle bi SEGBÎS’ê tevli rûniştinê bibû. Runiştina Dîcleyê taloqê 29’ê Sibatê hatibû kirin. 
 
Hevpîşeyên Dîcleyê ji bo rûniştina din banga mezinkirina pitşevaniyê kirin.
 
Hulya Baytur ku di Rojnameya Yenîş Yaşamê de dixebite da zanîn ku êrişên li hember rojnamegerên kurd û çapemeniyê ne nû ye û wiha got: “Berê zext bi binçavkirin, revandin, girtin, înfazan dihat kirin.  Di kevneşopiya çapemeniya azad de armanca ev e ku dengê heqîqetê bê bihistin. Desthilatdarî jî dixwaze rojnamegeriya xwe biafirîne. Ji ber vê zext û êrişan dike. Desthilatdarî dixwaze dengê civaka Kurd, çapemeniya azad ji ber vê asteng bike ku negihêje civakê.”
 
‘Em şûnde gavê navêjin’
 
Hulyayê her wiha balkişan ser sêyemîn runiştina Dîcleyê ya 29’ê Sibatê de tê dîtin û wiha got: “Em wek çapemeniya azad ligel Dîcleyê ne. Rojnamegeran li vê erdnîgariyê bedelên mezin dan. Desthilatdarî her tim berê xwe dide rojnamegeran. Em vê qebûl nakin û şûnde gavê navêjin. Em bang li hemû kesî dikin ku 29’ê Sibatê de xwedî li doza Dîcleyê derkevin.”
 
‘Ji ber nûçeyên xwe hat girtin’
 
Edîtora Ajansa Mezopotamyayê û cigira Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Arjîn Dîlek Oncel jî wiha balkişand ser binpêkirina mafan a li ser rojnamegerên jin: “Li hember Kurdan binpêkirinên mafan yên cuda pêk tên. Kes nikarin xwe îfade bikin. Li vî welatî rojnameger nikarin pîşeya xwe îcra bikin. Ji ber vê tên girtin. Ev birîna mezin a welate. Çapemeniya azad her tim heqîqetê radigihîne. Ji ber vê jî  tên girtin û pêşî li heqîqetê digrin. Lê em dikarin bêjin ku ew tu carê nikarin bigihêjin armanca xwe. Divê Dîcle serbest bê berdan. Ez banga piştevaniya bi Dîcleyê re dikim. Divê em hemû rojnamegeriyê bi hev re biparêzin.”
 
‘Dîcle nivîsandina xwe didomîne’
 
Sekretera Giştî ya Komeleya Dîcle Firat (DFG) û edîrora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk jî balkişand ser pêvajoya darizandina Dîcleyê û destnîşan kir ku rojnameger bi taybet dema hilbijartinan de tên binçavkirin û girtin. Gulşenê bi lêv kir ku Dîcle tevî ku girtiye jî nivîsandina xwe didomîne û wiha dirêjî daye: “Em ji vir vê fêm dikin.bi taybet dema hilbijartinan de operasyon tên kirin û rojnameger tên girtin. Bi vê peyamê didin. Sedema netahliyekirina Dîcleyê jî ji vê re xizmetê dikin. Li pêş me hilbijartinên 31’ê Adarê hene. Niha Dîcle û gelek hevalên me yên din girtîne. Bêguman girtin Dîcleyê ji pêşî li îcrakirina pîşeya wê nagire. Dîcle di hundir de jî dinivîsîne.”
 
Gulşenê axaftina xwe wiha bidawî kir: “Dîcle wek rojnameger, wek jin û kurd tê darizandin. Dem bi dem desthilatdarî zextên xwe zêde dike û ev zext her tim çapemeniya kurd jî hedef digirin. Dîcleyê azadya çapemeniyê û mafê girtina nûçeyan a gel parast. Divê em jî  Dîcleyê biparêzin. Divê em Dîcleyê û kevneşopiya çapemeniya azad biparêzin. 29’ê Sibatê de runiştina Dîcleyê ye. Wê rojê em ê bi piştevaniya xwe nîşan bidin ku rojnamegerî nikare bê qedandin. Divê em hêzê bidin Dîcle û parastina wê.”