Ji Wanê ji bo 'Meşa mezin a azadiyê' banga tevlîbûnê

  • 09:04 31 Çile 2024
  • Rojane
 
WAN - Alîkara Hevserokê ya DEM Partiyê ya Wanê Herdem Acar, bal kişad ser "Meşa mezin a azadiyê" û got: "Em bang li gelê xwe dikin ku bên bi girseyî em şandeya xwe birêkin."
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 35 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. 
 
Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin.
 
Di çarçoveya heman kampanyayê de bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de wê di 1’ê Sibatê de "Meşa Mezin a Azadiyê" li Wan û Qersê dest pê bike. Li Wanê 37, li Qersê jî 38 kes dê tevlî meşê bibe. Meş dê bi du aliyan ve pêk bê. Li Wanê wê di 1’ê Sibatê de li ber avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rêya Armûşê daxuyaniyek bê dayîn û dê starta meşê bê dayîn. Her wiha piştî daxuyaniyê girse dê li Parka Mûsa Anter li hev bicive û heta AVM ya Wanê bimeşe.
 
Alîkara Hevseroka DEM Partî ya Wanê Herdem Acar, ji bo meşê bangawaziyê kir.
 
‘Tecrît li hemû qadan belav bûye’  
 
Herdem, diyar kir ku 25 sal in tecrîdek mutleq li ser Abdullah Ocalan tê meşandin û da zanîn ku 3 salên dawiyê ye tecrît girantir bûye. Herdem, destnîşan kir ku tecrît ne tenê li ser Abdullah Ocalan tê meşandin û got ku tecrît li hemû qadên jiyanê belav bûye. Herdem, bi lêv kir ku tecrît bi taybetî li ser jin û zarokan hîn kûrtir bûye û wiha got: “Ji ber vê yekê îro tecrît li ser tevahî Gelê Kurt tê meşandin. Hem ji bo tecrîdê bişkînin, hem ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û hem jî ji bo bi dawîbûna çalakiya grevên birçîbûnê em dest bi meşekê dikin.”
 
Ji du baksan meş bê lidarxistin
 
Herdem, da zanîn ku li du baskên Wan û Qersê meş bê lidarxistin û got ku wê sibe saet di 10.00’an de li Wanê bi daxuyeniyekê starta meşê bidin. Herdem, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di saet 11.00’an de li Parka Mûsa Anter dê girse bê ligel hevdû kom bibe û heta AVM ya Wanê bimeşe. Dê şande piştre derbasî Payîz Ava û Elbakê bibin û gel slav bikin. Şande ji vir jî wê derbasî Colemêrgê bibe. Di baskê Wanê de nêzî 15 wekîl dê cih bigirin. Baskê Wan û Qersê wê di 13’yê sibatê de li Amedê bigihîjin hevdû. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelê xwe dikin ku werin em şandeyê bi girseyî rêbikin û piştevaniya vê meşê bikin. Divê ev tecrît demildest bi dawî bibe.”
 
Ji bo meşê bangawazî
 
Herdem, destnîşanê wê yekê kir ku tecrîd tenê li Îmraliyê tê meşandin û got tecrît li ser tevahî gelan e. Herdem, dawiyê de vê bangawiyê kir: “Divê hemû kes ji tecrîdê re bêje bes. Bi taybetî divê greva birçîbûnê ya girtîgehan bi dawî bibe. Ger ku tecrît bi dawî nebe wê girtiyên di grevê de ne dest bi rojiya mirinê bikin. Ji ber vê yekê em banga xwedî derketinê dikin. Divê em bibin deng.”