Namzetên DEM Partiyê bajarê ku wê ava bikin vegotin

  • 09:03 31 Çile 2024
  • Rojane
 
AMED - Namzetên hevşaredariyên DEM Partiyê der barê proje û bajarên ku ava bikin de axivîn û diyar kirin ku hedefa wan ya ewil ev e ku der barê jin û ciwanan de xebatan bimeşînin.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê piranî namzetên xwe diyar kiribûn. Li cihên mayî jî partiyê namzetên xwe diyar kir û duh bi bernameya pêk anî namzet dan nasîn. Namzetên tevli bernameyê bûn ji mîkrofonên me re axivîn.
 
Namzeta DEM Partî ya Cizîrê Guler Tunç balkişand ser pegala hevserokatiyê û wiha got: “Hevserokatî mînakek li cîhanê tuneye. Namzet li gorî nirxên gel hatin hilbijatin. Berê li tu devera cîhanê hilbijartin nehat kirin. Ev destpêkek bû. Di pergalek hevserokatiyê de jî ev wisa bû. Cîhanê ji me mînak digirt. Niha li Ewropayê jî hevserokatî tê meşandin. Li Kurditganê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Em bi projeyên xwe wê ji bo jinan qadeke jiyanê ya fireh ava bikin. Li ser jin û ciwana polîtîka tê meşandin.Em ê projeya xwe ya ‘mala jinan’ pêk bînin.” Em ê ji bo jinan qadan ava bikin. Em bo ciwanan navendan ava bikin.”
 
‘Em ê têbikoşin’
 
Namzeta Kerboranê  Asya Gezer ku xwişka Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê di encama îşkenceya gardiyana de hat qetiklirin, axivî û da zanîn ku şaredariya Kerboranê destê AKP’ê de ye lê wê divê hilbijartinê de bidest bixin û got: “Ji bo vê em dixebitin. Şaredarî ji xwe talan kirine. Tu xizmet nekirine. Em ê bi gelê xwe re ji bin vê derkevin. Em ê ji gelê xwe re xizmetê bikin. Em ê mala jinan ya hatiye girtin vebikin. Em ê têkoşîna Garîbe, Sara û Hevrîn Xelef bidomînin.”
 
‘Divê em ji bo jinan qada ava bikin’
 
Namzeta Vesyel Karanî Berfîn Evren jî wiha anî ziman: “Em ê ji bo jinan hawirê bi ewle ava bikin. Jinan davêjin plana dawî. Em ê betaliyê ji holê rabikin. Betalî dibe sedema koçberiyê. Em ê qursên ziman vekin. Em ê ji bo jinên tundiyê dibînin hewl bidin ku avahiyên bi ewle ava bikin.”
 
‘Em xwedî paradîgmayek ku her kesî hembê dike ye’
 
Namzeta DEM Partî ya Mersînê Nuriye Arslan jî balkişand ser tayînkirina qeyûman û wiha daxuyand: “Ji bo qeyûm biçin em ê xebatan bimeşînin. Em ê destkeftiyên jinan yên hatine xestpkirin û tunekirin şûnde bigirin. Şaredadarî 5 sal in destê AKP’ê de ne. Em dizanin ku paradigmaya DEM Partiyê hemû kesî hembê zike. Em ê ji bo jinan qada îstîhdamê vebikin. Em ê ciwanên ku ketin bin lepê  hişbirê xilas bikin û bi civakê bidin qezenckirin.
 
‘Em ê bajarekî tundî lê tune biafirînin’
 
Namzeta Êlihê Gulîstan Sonuk jî daxuyakirin ku projeya wan ya esas eve ku tevlî biryarên şaredariyê bikin û wiha dirêjî daye: “Piştî pêvajoya qeyûman kuştinên jinan û tundî zêde bû. Saziyên jinan hatin girtin û muxatab tunebûn. Hedefa me ya ewil eve ku em bajarekî ku tundî lê  tuneye biafirînin. Em ê ji bo jinan xebatan bimeşînin. Em ê di mijara çand û hunerê de di mijara ciwanan de xebatên xwe bimeşînin. Bila gelê me piştî 31’ê Adarê bê tevli biryaran bibin.”