Namzedên DEM Partiyê bi girseyî hatin pêşwazîkirin

  • 16:39 30 Çile 2024
  • Rojane
 
SÊRT - Piştî civîna danasîna namzetan a li Amedê pêk hat, namzetên ku çûn bajaran, bi konvoyan bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Namzetên şaredariyên Sêrt û navçeyên wê jî bi coş hatin pêşwazîkirin.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên ku di 31'ê Adarê de li Kurdistan û Tirkiyeyê dê bên lidarxistin, duh li Amedê di civînekê de namzetên xwe yên hevşaredariyê dan nasîn. Namzetên piştî çalakiyê vegeriyan bajarên xwe bi konvoyan hatin pêşwazîkirin. Li Sêrtê jî namzet bi dirûşm û tilîliyan hatin pêşwazîkirin.
 
Namzeta Hevşaredariyê Misircê Sadiye Aktîn ji kesên beşdarî civîna navçeya Misirc bûn re axivî, girtiyên li girtîgehan silav kir û got, “Em bi xwe, partiya xwe û gelê xwe bawer in. Em ê qeyûman ji bajarên xwe paqij bikin û bişînin. "Em ê herêm bi herêm bigerin û wan bişînin cihê ku jê hatine."