Welatiyên Amedê: Em ê teqez qeyûman bişînin

  • 09:03 30 Çile 2024
  • Ramyarî
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Welatiyên li Amedê diyar kirin ku qeyûm ji bo gel tiştek nekir û wiha gotin: "Em dixwazin bi nasname û bi zimanê xwe şaredariyên xwe bi rêve bibin. 
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê hilbijartinên herêmî dê di 31'ê Adarê de pêk bê û xebatên partiyên siyasî li bajarok, navçe û bajaran didomin. Li Kurdistanê hilbijêr dê biçin ser sindoqan û xwedî li dengê xwe derkevin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi pêşhilbijartinê namzetên xwe diyar kir. Ligel xwebatên partiyên siyasî welatî jî daxwazên xwe yên bajareke çawa dixwazin tînin ziman. 
 
Welatiyên li Amedê derbarê hilbijartina herêmî, pratîkên qeyûmê ya li Amedê de nêrînên xwe ji ajansa me JINNEWS'ê re anîn ziman. 
 
'Divê bi edaletî xebatê bikin'
 
Ferîde Kaganaslan di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên bajêr û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em şaredariyeke baş dixwazin û divê di xebatan de bi edalet be. Piştî ku qeyûm hat tayînkirin em neçûn şaredariyê. Em pirsgirêkên xwe ji wan re negot. Ji xwe nêzikatiya wan diyar e û ji gel re dibêjin 'Hûn kî ne?' Dema şaredarî di destê me de bû bajar paqij bû. Di her kolanê de 4 an jî 5 xebatkarên paqijiyê hebûn. Niha kolan hem qirêj e û hem jî peyare xirabbûne."
 
‘Tenê gelê me dikare bike'
 
Fatma Kiliç, destnîşan kir ku bajarê ku di nav de cudakarî nîne daxwaz dikin û wiha bi lêv kir: "Em şaredariyek dixwazin ku bila feydeyê bide bajêr. Em bikarin biçin pirsgirêkên xwe bêjin û çareser bikin. Em daxwaz dikin ku bajareke baş ji nifşên nû re bihêlin. Tişta ku ez dibêjin tenê gelê me dikare bike û fêm bike." 
 
'Qeyûm bajarê me talan kir'
 
Aysel Pehlîvan, diyar kir ku şaredariyeke bi hêz dixwaz dike û got: "Gelek qeyûm hatin tayînkirin. Em jî daxwaz dikin ku mirovên ku li hemberî qeyûman serî netewînin derkevin. Divê em xwedî li şaredariyên xwe derkevin. Divê şaredarî jî li hemberî nirxên gelê xwe tevbigere û qiymetê bide gelê xwe. Em dixwazin ku kesên ku vîna gelê xwe neşkîne bên şaredariyê. Qeyûm hat tayînkirin û bajarê me talan kirin û mafên mirovan îhlal kirin. Her tiştî li gorî berjewendiyên xwe dikin, Heta dawiya xwîna xwe em ê li ser piyan bimînin. Kî dibe bila bibe em li hemberî kesan xwe naguherînin, serî natewînin. 
 
'Li  vî welatî dar, kulîlk û ax bi xwînê hat avdan 
 
Delal Aktaş daxuyand ku rêveberiyeke dê ji bo gel bibe derman daxwaz dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şaredariyên ku dê gel nexapîne dixwazin. Beriya dewlet û qeyûmê divê em rexnedayîna xwe bidin. Li  vî welatî dar, kulîlk û ax bi xwînê hat avdan. Kesek divê li ser vî xwînê nebe şaredar. Kî şaredariyê bi rêve bibe divê berpirs tevbigere. Gelek jin bi şîdetê re rûbirû dimîne. Di bin banê şaredariyê de gelek saziyên jinan hebûn û gelek jin di wan saziyan de dixebitin. Jin bi rihetî dikarin xwe bighînin wan saziyan. Niha ev sazî hebu hatin girtin. Piştî tayînkirina qeyûman şaredarî dev jî betan berda. Ez heqê xwe helal nakim."
 
'Em şaredariyeke edilane dixwazin'
 
Fahriye Ertîk jî wekî welatiyên din bensa pratîkên qeyûman kir û wiha axivî: "Piştî ku şaredariyên me ket destê qeyûman, me nekarî em biçin. Em dixwazin kesên ku em dibjêkirin rêvebertiyê bikin. Em şaredariyeke adilane bixebite dixwazin." 
 
'Em dixwazin bi zimanê xwe pirsgirêkên xwe bêjin' 
 
Sabaha Arcagok, wiha nêrînên xwe ji ajansa me re anî ziman: "Ez şaredariya ku kurdî zêdetir tê axaftin daxwaz dikim. Dema pirsgirêkên me çêdibin û em diçin şaredariyan, em dixwazin bi zimanê xwe ya dayikê pirsgirêkên xwe bînin ziman. Ez dixwazim zarokên me bi zimanê xwe biaxifin. Bi zordestiyê şaredarî ji destê me girtin. Li Amedê dizî kirin û ji bilî zirarê tiştek din nekir qeyûm. Em dixwazin şaredariyên xwe ji dest ê qeyûman bigirin. Em pirsgirêkên qeyûman naxwazin."