'Divê gelê kurd li dijî êrişan hişyar be û bibe yek'

  • 10:10 29 Çile 2024
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê li dijî êrişên bi hevkariya PDK û dewleta tirk ên li dijî gerîla bertekên xwe nîşan dan û wiha gotin:"Îro ev bûyera ku diqewime kurdan bi kurdan dide kuştin. Ev karê bê exlaq û li dij pîvanên mirovî ne. Îro dewleta tirk çi bi serê me dike wê sibehê bi serê PDK'ê jî bike. Lewma divê gelê kurd li dijî êrişan hişyar be. Divê gelê kurd bibe yek. "
 
Di 22'yê Çileyê de PDK'ê bi fermana ku da êriş li dijî gerîla hat kirin. Bi kemîna ji aliyê pêşmergeyên PDK'ê ve hat danîn êriş pêk hat û piştre jî bi balafirên Tirkiyeyê wesayîtên gerîla bombebaran kirin. Bi fermana PDK'ê di nava 4 salan de, 4 caran êriş hat kirin û 12 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Jinên li Helebê yên li dijî êrişên dewleta tirk û PDK'ê bertek nîşan dan peyama yekîtiya gelê kurd a li dijî êrişan dan. 
 
'PDK û dewleta tirk bûne yek'
 
Remziya Îbrahîm Salih bertek nîşanî hevkariya PDK û dewleta tirk da û wiha got:" Carek din PDK'ê li Başûr êrîşên xwe bi ser şervanên azadiya Kurdistanê. Lê em baş dizanin ku îro PDK vê êrîşê bi tena serê xwe nake. Îro dewleta tirk ji bo tunekirina şervanên azadiya Kurdistanê bi PDK'ê re dibe yek dest û şerê xwe dide destpêkirin. Em jî van kiryaran bi tundî şermezar dikin."
 
'Divê gelê me hişyar be'
 
Di dawiya axaftin xwe de Remziya banga xwe ji bo tevahî gelê Kurd kir ku êdî bi dijminan re nebin yek û wiha got:"Îro ev bûyera ku diqewime kurdan bi kurdan dide kuştin. Ev karê bê exlaq û li dij pîvanên mirovî ne. Îro dewleta tirk çi bi serê me dike wê sibehê bi serê PDK'ê jî bike. Lewma divê gelê Kurd li dijî êrişan hişyar be. Divê gelê kurd bibe yek. "
 
'Em tu carî bê vîn û îrade namînin'
 
Her wiha Emîne Esef jî siyaseta PDK'ê şermezar kir û got:"Dema mirov bibêje bira, divê bira birayê xwe nede ber kuştinê. Ji bo berjewendiyên xwe PDK destê xwe dide destê dijmin û şerê gelê kurd dike. Lê em gelê Kurd her bi hêz in. Îro li hemberî hêza me PDK bi dewleta tirk re digire û xwe erzan dike. Heta ku şervanek me hebe û li dijî wan şer bike em tu carî bê vîn û îrade namînin."