Nobeta Edaletê wê li herêman jî bê girtin!

  • 09:06 29 Çile 2024
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL - Nobeta Edaletê ya li Stenbolê li herêmekê dihat meşandin wê li du herêmên din jî bê girtin. Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Demîr Sonmez der barê mijarê de axivî û got: “Daxwaza me azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalane. Heta daxwaz neyên cih em ê şûnde gavê navêjin. Em ê teqez biserkevin.
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin ev 35 meh in tu agahî  nayê girtin. Bi armanca azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê girtiyên siyasî di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi grevên birçîbûnê kirin. Bi heman daxwazê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê xizmên girtiyan dest bi Nobetên Edaletê kirin. 
 
Bi pêşengiya Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAY-DER) di 13’yê Kanûna 2023’yan de li Stenbolê çalakiya Nobeta Edaletê hat destpêkirin û bi piştevaniyek mezin didome. Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Demîr Sonmez  derbarê nobetan de ji ajansa me re axivî.
 
‘Yekane armanca me azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e’
 
Dîlekê da zanîn ku armana pêngava grevên birçîbûnê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalane û wiha daxuyand: “Em tecrîdê qebûl nakin. Daxwaza me azadiya Abdullah Ocalan e. Di vê esasê de grevên birçîbûnê bandor li Nobetên Edaletê jî kiriye. Me çalakiyên Nobeta Edaletê dan destpêkirin. Li her herêmê çalakiyên nobetê yên 15 rojî hatin destpêkirin. Dayik dimeşînin lê her kesî dihewîne. Ewil me li Bagcilar da destpêkirin. Çalakiyek 15 rojan bû. Piştî 15 rojan şûnde me li ber girtîgeha Bakirkoyê final kir. Lê piştî daxuyaniyê dema belavbûnê de binçavkirin çêbûn. Dayik û em hatin derbkirin û îşkecekirin. Em hatin binçavkirin.”
 
‘Em serî natewînin’
 
Dîlekê wiha dirêjî daye: “Binçavkirin me nikarin biçewisînin. Em şûnde gavê navêjin. Em di daxwaza xwe de sirar dikin. Me li Esenlerê dest bi çalakiyê kir. Me li wir 15 rojan çalakiya nobetê domand. Tevlibûngelek baş bû. Dawiya wê de me li ber girtîgeha Metrîsê daxuyanî da. Dîsa em hatin derbkirin û îşkecekirin. Lê me serî netewand. Me şûnde gav navêt. Em hîna diodmînin. Tevlibûn û xwedîderketin gelek başe.”
 
Heta daxwaz neyên cih em ê têbikoşin
 
Dîlekê di berdewamiyê de da zanîn ku heta daxwazên wan neyên cih wê têkoşînê bidomînin û wiha bi lêv kir: “Daxwaza me çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalane. Heta daxwaza me neyê cîh em dayik, girtî û wek MATUHAY-DER şûnde gavê navêjin. Em ê li herêma duyemîn û sêyemîn ya Stenbolê jî Nobeta Edaletê bidin destpêkirin. Li pêş me hilbijartin hene. Ji bo ev hilbijartin bên dîtin û Nobetên Edaletê zêdetir di civakê de bên dîtin em ê li van herêman nobetê bidin destpêkirin.”
 
‘Em ê biserkevin’
 
Dîlekê wiha dawî lê anî: “Beriya daxuyaniyên ber girtîgehan polîs bi cih dibin. Wek artêşekê tê wir. Ev jî nîşan dide ku em li cihê rastin û dengê xwe didin bihistin. Tevî evqas zext em şûnde gavê navêjin. Îradeya dayikan ji ya me mezintire. Heta daxwazên me neyên cih em ê têbikoşin. Em ê biserkevin.”