Li Meletiyê xesara erdhejê hîna nehatiye çareserkirin

  • 09:03 29 Çile 2024
  • Rojane
Oznur Deger
 
MELETÎ – Navenda wê Mereş di 6’ê Sibatê de erdhej pêk hat û bandor li gelek bajaran kir. Yek ji van bajaran jî Meletî bû. Di 24’ê Çileyê 2020’î de li Xarpêtê erdhej pêk hatibû û bandorek mezin li ser Meletiyê jî kiribû. Avahiyên di wê erdhejê de xesar dîtibûn hat hînbûn ku hîna nehatine çêkirin.
 
Di 6’ê Sibata 2023’yan de navenda wê Mereş erdhej pêk hat û bandor li ser 11 bajaran kir. Di erdhejê de li gorî daneyên fermî 50 hezar û 783 kesî jiyana xwe ji dets dane. Yek ji bajarê ku xesarek mezin dît Meletî bû.
 
35 hezar avahiyan bi giranî xesar dît
 
Li gorî daneyên fermî li Meletiyê hezar û 237 kesî jiyana xwe ji dest dane, 6 hezar û 44 kes birîndar bûye. Her wiha bi hezaran avahî hilweşiyan û 35 hezar û 891 avahiyê jî xesara giran dîtine. Li gorî daneyên fermî hejmara avahiyên hilweşandî, lezgîn divê hilweşin û bi xesar 45 hezar û 668 e.
 
Di erdheja 6’ê Sibatê de piranî ji van avahiyan hilweşiyan 
 
Tê texmînkirin hejmara avahiyên bi xesar ji daneyên feremî zêdetir in. Hat hînbûn ku avahiyên di erdheja 24’ê Çileyê 2020’î a Xarpêtê de bi mezinahiya 6.8 pêk hat û bandor li Meletî û gelek bajarên din kir, zirar dîtine nehatine çêkirin. Ji bo gelek avahiyan kêm xesar hat dayîn û tadilat nehat kirin. Di erdheja 6’ê Sibatê de piranî ji van avahiyan hilweşiyan û hinekan jî xesarek giran dît.
 
Heman avahî piştî her du erdhejan tespîta xesara wê heman e
 
Piştî erdheja Xarpêtê ji bo avahiya Halis Yedî Daghan a 4 qat ku li taxa Haci Abdî ya navçeya Batalgazî ya Meletiyê bû xesara navîn dabûn. Avahî piştî erdhejê ne di rewşeke ku mirov tê de dimîne û hîna nehatiye hilweşîn. Hinek şêniyên avahiyê bi piştgiriya kirê ya 5 hezar TL di kirê de hinek jî di konteyniran de dijîn. Hinek jî li gund bi cih bûn.