Li Kurdistanê banga ‘Rabe’ hat kirin

  • 15:27 28 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Kurdistanê li ser dîwaran nivîsa “Rabe” hate nivîsandin. 
 
Duh di saetên şevê de li gelek bajarên Kurdistanê li ser dîwaran nivîsa “Rabe” hate nivîsandin. Li Amedê li gel nivîsandina nivîsa “Rabe” ya li ser dîwaran, her wiha pankarta “Rabe” li sûran hate daliqandin. Heman nivîs li gelek deverên bajarên wekî Mûş, Wan û Mêrdînê jî hatin nivîsandin. Di heman de li gelek deverên bajaran pankart hatin daliqandin. 
 
Gelek bikarhênerên medyaya dijîtal jî dîmenên nivîsa “Rabe” li ser hesabên xwe parve kirin.