Li Amedê Nobeda Edaletê bi serdanan didome

  • 14:27 28 Çile 2024
  • Rojane
 
AMED - Nobeda Edaletê ya ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku 35 meh in agahî jê nayê girtin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin di roja 54'an de berdewam dike.
 
Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ku di 27'ê Mijdara 2023'an de di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî"  hatibû destpêkirin di roja 63'an de berdewam dike. Nobeda Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) li Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Rezanê bi dirûşma "Bîjî berxwedana zindanan" di roja 54'an de dewam dike.
 
Kesên ku tevli çalakiyê bûn ku aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevşaredar û namzetên endamên meclîsên şaredariyan jî di nav de bûn çûn serdana çalakiyê. Kesên çûn serdanê  piştre çûn temaşekirina lîstika "Mirin Di xew de bû" ya li Şanoya Bajarê Amedê ya li ser grevên birçîbûnê.