Di Nobetên Edaletê de piştevanî didomin: Em tu carê tenê nahêlin

  • 09:05 28 Çile 2024
  • Rojane
 
Elfazi Toral
 
STENBOL - Jinên bi çalakgerên Nobeta Edaletê re ketin piştevaniyê gotin: “Em di vê têkoşîna bi rûmet de di daxwza xwe ya aştî, azadî, wekhevî û edaletê de bi israr in. Heta serokatiya me û girtî azad nebin em  jî azad nabin. Em ligel dayikan e, her tim em ê bên nobetê bigirin. Em wan tu carê tenê nahêlin.”
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin ev 35 meh in tu agahî  nayê girtin. Bi armanca azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê girtiyên siyasî di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi grevên birçîbûnê kirin. Bi heman daxwazê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê xizmên girtiyan dest bi Nobetên Edaletê kirin. Yek ji cihên ku nobet lê hat destpêkirin Stenbol bû. 44 roj in li Stenbolê nobet bi serdanên welatiyan û eleqeyek mezin a gel didome.
 
Jinên çûn serdana çalakiyê ji JINNEWS’ê re axivîn.
 
Daxwaza dayikan daxwaza girtiyan e
 
Nebîhe Aydogan da zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi polîtîkayên şerê taybet hewl dide gel biçewisîne û wiha dirêjî dayê: “AKP di şer de israr dike. Daxwaza dayikên li vir zelal e. Zarokên xwe dixwazin. Her roj îşkence li zarokên wan tên kirin. Zarokên wan tên qetilkirin û her cureyê binpêkirina mafan tên kirin. Daxwaza dayikan ev e ku zarokên wan bên berdan û aştî pêk bê. Naxwazin zarokên kesî bimirin. Em jî dixwazin daxwaza dayikan bê cih. Bila kes nemire. Bila ne dayikên Kurd ne jî yên Tirk nemirin.”
 
‘Heta dawî em di daxwazên edaletê de bi israr in’
 
Nebîheyê di berdewamiyê de anî ziman ku dayik ji bo şer û tecrîd bi dawî bin ketine Nobeta Edaletê û wiha daxuyand: “Dayik destê aştiyê dirêj dikin. Yekane daxwaza wan zarokên wan bên berdan. Bila dewlet gavekê bavêje. Me her cureyê gavê avêt. Lê dewlet di şer de bi sirar e. Em vê qebûl nakin. Em jî di daxwazên aştî, azadî û wekheviyê de bi israr in. Em ê heta dawî têbikoşin.”
 
Daxwaza azadiya fîzîkî dikin
 
Suat Karataş jî destnîşan kir ku divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê û wiha daxuyand: “Em hatin Nobeta Edaletê û piştgiriyê didin hevalên xwe. Têkoşîna dayikan têkoşîna me ye. Têkoşînek bi rûmet e. Rûniştina wan bi rûmet e. Ez dixwazim hemû dayik bên vir rûnin. Em xwedî li dayikên xwe derkevin. Me êş kişand bila kes nekşîne. Nobeta vir nobeta me hemûyan e. Em di daxwaza azadiya fîzîkî de di daxwaza aştî û edaletê de bi israr in.”
 
‘Serokatiya me azad nebe em jî azad nabin’
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Vetha Gunay jî ku di 16’ê Çileyê de hatibû binçavkirin û di 19’ê Çileyê de hat berdan axivî û got: “Em ji bo girtiyan li vir in. Têkoşînek me ya hevpar heye. Daxwaza wan daxwaza me ye. Em dayik li vir in û em ê li vir bimînin. Heta dawî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Serokatiya me û girtî azad nebin em jî ne azad in. Em ligel dayikan e, em ê her tim bên û nobetê bigirin. Heta serokatiya me azad nebe em jî azad nabin. Bila dewleta tirk vê bizanibe. Divê hemû civak li dijî polîtîkayên dewletê têbikoşe. Bila dayik hemû bibin yek. Dest bidin hev. Ger em aramiya civakê bixwazin divê em ji bo vê gavê bavêjin. An jî wê kes li mala xwe rehet nejî.  Heta aştî û çareserî pêk neyê em ê ji têkoşîna xwe şûnde gavê navêjin. Em li vir in û ranabin.”