Esmaya di greva birçîbûnê de ye bang kir

  • 09:08 27 Çile 2024
  • Rojane
 
AMED - Esma Ayaz a 23 sal in girtiye bi çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye bi rêya malbata xwe peyama xwe ragihand û wiha got:"Ez bang li gel, li nivîskar, rewşenbîr, hunermanda dikim. Bila her kes tiştên dikeve ser milê xwe bi cih bîne."
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. Ji 3 sal zêdetire agahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" pêngavek hat destpêkirin. 
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê jî rêze çalakî ji bo piştevaniya bi pêngavê re hatin destpêkirin. Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Dû re jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê bi heman armancê Nobedên Edaletê hatin destpêkirin.
 
Esma Ayaz a 23 sal in li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtiye piştgiriyê dide pêngava dest pê kiriye û di greva birçîbûnê de ye. Esmaya bi rêya malbata xwe peyam şand wiha got:"Ez bang li hemû gelî dikim. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me û ji bo çareseriya meseleya kurd ji 27'ê Mijdarê de ye em di greva dorveger de ne. Niha ez û hevala Fatma Reşat Fido di greva birçîbûnê de ye. Ez bang li gel, li nivîskar, rewşenbîr, hunermanda dikim. Bila her kes tiştên dikeve ser milê xwe bi cih bîne. Ji bo Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk em deng bidin girtiyên azadiyê. Em silavên xwe ji hevalên li qadan e dişînin. Em hêvî dikin em ê encameke baş bi dest bixin."