Jinên êzidî: Çi di dilê me de hebû me ji Rêberê xwe re nivîsand

  • 09:06 27 Çile 2024
  • Rojane
 
Hêvî Ezda 
 
ŞENGAL - Jinên Şengalê bi pêşengiya TAJÊ di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî" de name ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re nivîsandin. Jinan wiha bal kişand ser çalakiya xwe: "Fikr û ramanên ku beriya fermanê û pişti fermanê yanî çi di dilê me de hebû me bi rêya nameyê ji Rêberê xwe re nivîsand." 
 
Di 10'ê Cotmehê de bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" pêngavek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî ji bo piştgiriyê bidin pêngavê di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Her wiha Xizmên girtiyan bi heman armancê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Di çarçoveya pêngavê de li Ewropa û gelek deveran bername û çalakiyên cuda tên lidarxistin. 
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di çarçovaya pêngava "Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî" li tevahî gundan, navçe û bajarê Şengalê dest bi nivisandina nameyan ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kirin. Jinên Şengalê dibêjin em tevahî hestên xwe di van nameyan de dinivsînin. 
 
Derbarê çalakiyê de endama TAJÊ Emşê Korkorkî û endama koordînasyona TAJÊ Şemê Helîqî ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn. 
 
‘Em bi fikra serokatiyê xwe diparêzin' 
 
Emşê, qala girîngiya fikre Abdullah Ocalan a ji bo civaka êzidî û jinên êzidî tê çi wateyê kir û got: “Weke her çar parçeyên Kurdistanê ev 10 sal in em jî wek civaka êzidî bi fikir û felsefeya Serokatî xwe, zarokên xwe, axa xwe diparêzin. Niha em li ser vî fikir û felsefeyê jiyana xwe ava dikin. Beriya fermanê me nedikarî. Ev fikir û raman niha ji me re ji jinên êzidî re bûye rêya rast, jinên êzidî bi vê fikir û felsefeya Serokatiyê dikarin xwe bikin hêz û bijîn.” 
 
'Em ê bi Serokê xwe ri bin' 
 
Emşê, da zanîn ku weke jinên Şengalê name ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re nivîsîn û wiha behsa naveroka çalakiya xwe kir: "Hêvî û daxwazên gelên Şengalê hene, em jî çav li rê ne ku agahiyek ji Serokatî were û dilê me, dilên dayikên Şengalê pê şadbibe. Weke dayikên Şengalê em ê hertim bi Serok Apo re bin. Ji ber tenê rêya rast fikra Rêber Apo ye."
 
Beriya fermanê û piştî piştî fermanê... 
 
Şemê Helîqî, diyar kir ku bi armanca xwe bigehînin Abdullah Ocalan ev name nivisîne û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Fikr û ramanên ku beriya fermanê û pişti fermanê yanî çi di dilê me de hebû me bi rêya nameyekê ji Rêbertî re nivîsand. Em bi nivîsandina van nameyan gelek kêfxweş in lê heke bigihêje ber destê wî em ê hîn kêfxweş bin. Daxwaza me ev e ku ev name bi zûtirîn bigihêje ber destê Rêbertî û ew jî bizanibe jinên êzidî piştî fermanê bûne xwedî fikrek çawa û xwe çawa birêxistin kirine. Me beriya fermanê tu tiştek nedizanî, dayikên Şengalî yekser girtî bûn, nedizanî xwe birêve bibin, bi rastî ev fikir di me de nîn bû lê piştî fermanê ev fikir ketin nav me. Beriya niha me nedizanî çawa xwe û derdora xwe birêxistin bikin lê niha em dikarin xwe birêxistin bikin, xwe bigihînin her kesî û wan jî bi rêxistin bikin.”
 
'Em ê kêyfxweş bibin ku name bighije Rêbertî' 
 
Şemê, di dawiyê de hêviyên xwe bi van hevokan anî ziman: “Em di vê fikrî de ne ku heke Rêbertî nameyên ku dayikên Şengalê nivîsandina bibîne û dê gelekî kêyfxweş bibe ku jinên êzidî çawa xwe bi fikir û felsefeya wî perwerde û birêxistin kirine. Em di wê hizrê de ne ku dê rojeke Rêbertî jî were vir û bi fikir û felsefeya xwe gelek tiştên din jî bike. Her wiha em ê gelek kêfxweş bin ku ev name bigihêje ber destê Rêbertî.”